Karkerên BEDAŞ, Hey Tekstîl, THY, Fakulteya Tipê ya Çapayê, ji ber ku ji kar hatine avêtn di nava têkoşînê dene. Karkerê li Fakulteya Tipê ya Çapa ya Zanîngeha Stenbolê ku ji sala 1998'an heta niha dixebite Cemal Bilgin, diyar kir ku demek dirêje li nexweşxaneyê bê kadro û ewlehî dixebite û wiha got: "Em êdî naxawzin li fîrmayên taşeron bixebitin. Min êdî hêjmara fîrmayên taşeron ku bi wan re xebitîm ji bîr kir. Dozger, mufetiş û hekîman dawetî berpirsiyariyê dikim û dixwazim vê yekê lêkolîn bikin. Em dixwazin raydar bên ser kar û rê li binpêkirina kedê bigirin. Em dibêjin êdî bes e. Em naxwazin bibin qûl û kole."
Bîlgîn, destnîşan kir ku li van deran ked dê xwarin û kedxwarî di asta herî jor de ye û êdî ew dixwazin wekî kadroyan bixebitin û naxazin bibin kole û wiha got "Em dibêjin kî vî welatî bi rêve dibe xwedê bela xwe bide wan."

Emê xwedî li mafê xwe derkevin

Karkerê bi navê Nacî Sevîndîk ku 10 salin wekî taşeron di Şîrketa BEDAŞ'ê de dixebite bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Ez 10 salin karê taşeroniyê dikim. 3 mehin ez ji kar hatime derxistin. Ez mexdûrê taşerona me. Min di 2002'an de di fîrmaya taşeronê ya BEDAŞ'ê de dest bi kar kir. Lê ji ber ku min mafê keda xwe xwest ez ji kar hatim derxistin. Piştî ku me mafê xwe parast û em bûn endamên sendîkayê em ji kar hatin dûrxistin. Em êdî koletiyê qebûl nakin û em dê heta dawî li mafê xwe xwedî derkevin.
Sevindik, da zanîn ku karê BEDAŞ'ê gelek zor û zahmet e her tim rastî neheqiyên şirket û aboneyan tên. Sevindik, da zanîn ku tu hatina malbata wan tune û tenê di vî karî de dixebite û perişan bûye. Sevîndîk, da zanin ku hemû mafê wan tê binpêkirin û nikarin mafê xwe biparêzin."
Karkerê BEDAŞ'ê Kemal Oban jî anî ziman ku li Tirkiyeyê her ku diçe karê taşeroniyê zêde dibe û dixazin karkeran bi taşeronê terbiye dikin. 

DÎHA/STENBOL