Li Rojava ev salek zêdetire "pêvajoya şoreşê" berdewam dike. Ligel vê yekê gelek sazî ji nû ve ava dibin, di nava van de yê herî zêde bal dikşîne jî avakirina pergala hiqûqê ye û destpêkirina xebatên dadgehên gel in. Kurdên Rojava ku beriya rejîma Beasê de tu mafê wan ê hiqûqî tunebûn, bi pêvajoya şoreşê re dest bi xebatên li dijî hiqûqa heyî afirandina pergala hiqûqê hat destpê kirin. Hiqûqnasên rojavayî, pergala hiqûqê yên dixwazin di Rojava de ava bikin vegotin. Endama Komîteya Hiqûqa Rojava Emîna Omer diyar kir ku piştî pêvajoya şoreşê bi armanca ji bo di Rojava de pergalek nû ava bikin dest bi xebatan kirine û da zanîn ku ew dixwazin ev pergala nû li ser bingeha pergala hiqûqê bidin rûniştandin. Omer destnîşan kir ku di serê vê salê de ji bo li ser xebatên hiqûqa li Rojava eleqedar bibe komîteyek hiqûqê ava kirine û wiha got: "Em bi rêxistinên civakî yên sivîl ên li Rojava hatine avakirin de her tim di nava têkiliyê de ne. Têkiliya me ya bi saziyên jin, saziyên asayîşê, şaredariyan, saziyên mafên mirovan re di vê çerçoveyî de ne. Em bi van saziyan re nîqaşan pêk tînin. Dema pirsgirêkên wan ên hiqûqî çêdibin di nava hewildana çareseriyê de ne."

Omer anî ziman ku wan di Rojava de gelek dadgehê gel ava kirine û destnîşan kir ku ne tenê Kurd serî li van dadgehan didin gelên ereb, xiristiyan ên li Rojava dijîn jî serî lê didin. Omer, derbirî ku wan gelek pirsgirêkên dadgehan çareser kirine û ev tişt gotin: "Di nava vê komîteyî de parêzer jî hene, gel jî heye, kesên di saziyên jinan de jî hene. Xebat bi awayek cidî dimeş in." 


Çareserkirina pirsgirêkan  
Omer diyar kir ku jin li Rojava wek e di her saziyê de di qada hiqûqê de jî bi awayekî çalak dixebitin û wiha got: "Jinan li Rojava di her saziyê de cih girtine. Gelek pirsgirêkan jî jin çareser dikin. Pirsgirêkên di nava civakê de nayên çareserkirin dibin dadgehan. Jinan di her saziyan de cih girtine wekî hiqûqê. Jinan ji sedî 40'î zêdetir di saziyan de cih girtine û berdewam dikin."
Endamê Komîteya Hiqûqa Rojava Ebdulrehîm Mihemmed jî diyar kir ku piştî Şoreşa Rojava ew ji "hiqûqa qirêj" a rejîma Beasê xilas bûne. Mihemmed, wiha got: "Berê pergalek hiqûqê hebû, rejîma Beasê li ser me ferz dikir. Lê niha me dadgehên xwe ava kiriye û em ji wê hiqûqa qirêj a rejîmê xilas bûn. Di dema Beasê de mafê hiqûqî ya Kurdan tune bû. Niha pergala hiqûqê ya me bi xwe ava kiriye heye û her kes di vir de cih digir e. Di nava komîteyên hiqûqê de gel jî cihê xwe digire. Em di avakirina pergala hiqûqê ya nû de tarza jiyana civaka xwe esas digirin."

DÎHA/AMED