Arîn Mîrxanên Kurdan hene
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim li gel çepik û tilîliyan mîkrofonê girt û axivî. Salih Muslim axaftina xwe bi Înglîzî destpê kir û malavahiya saziyên navneteweyî yên ku piştgiriyê didin kir û banga alîkariyê li hemû welatên cîhanê kir. Muslim got: „Tu şervan û rêveberên me ji Kobanê venekişiyane û têkoşîn berdewam dike. Bila her kes baş bizane ku wê Kobanê nekeve. Îro hemû rêveberiya Kobanê li eniya pêş şer dike. Keç û xortên me yên mîna Arîn Mîrxan hene. Rêbereke mîna Rêber Apoyê me heye. 27 roj in Kobanê li ber xwe dide. Emê heta dawiyê şer bikin. Ger em rojekê bin bikevin jî ev yek ne şerma me ye. Ji ber ku em li ber xwe didin. Ev şerma dewletên cîhanê û mirovahiyê ye. Divê her kes vê baş bizane."
‘Berxwedaneke bêhempa heye’
Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim ku niha li Kobanê ye bi têya telefonê tevlî çalakiya Kurdan a li Dusseldorfê bû. Muslim diyar kir ku silavên şervanên YPG û YPJ yên ku li Kobanê li ber xwe didin ji bo gelê Kurd ê li Ewropayê di çalakiyan de ne, heye û wiha axivî: "Ciwanên me yên leheng li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke mezin dimeşînin. Ev çeteyên hov, bi çekên ji Mûsil û Reqqayê anîne, Kurdan qetil dikin. Ew ê bi ser nekevin. "
KCK: Kobanê rûhê neteweyî ye
Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî beşdarî mitîngê bû. Di daxuyaniya KCK’ê de bal kişand ku Kobanê ruhê yekîtiya neteweyî ye û got: " Gelê me di serî de li Bakur, Başûr û li gelek deverên cîhanê li ser piyan in. Ev yek jî nîşan dide ka berxwedana Kobanê çawa girîng û mafdar e. Divê gelê me ji niha û pê ve jî li ser piyan be û bi her awayî çalakiya destekê bidin Kobanê. Azadî û serkeftin dikare bi vî awayî pêk bê." KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got: "Jiyana azad a bi perspektîfa neteweya demokratîk a gelên Ermenî, Suryanî, Ereb, Kurd, Tirkmen û hemû gelan bi şerê mirovahiyê yê ku li Kobanê tê meşandin ve têkildar e. Ji ber vê jî, her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im divê Kobanê bi tenê nehêle."
Di çalakiy de nûnerên Federasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropayê , Tevgera Goran,HDP, ABDEM, Partiya Çep a Almanyayê jî peyamên piştgiriya Kobanê û bangên xwurtkirina berxwedanê kirin.
DUSSELDORF