Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di koma HDP'ê ya Meclîsê de li ser geşedanên dawî axivî. Demîrtaş ewil roja parêzeran pîroz kir û Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî bibîr anî. Demîrtaş, li ser polîtîkayên Hikûmeta AKP'ê ya li hemberi Sûriyê rawestiya û wiha got: "Li Sûriyê bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane û bi milyonan welatî koçber bûne. Herî zêde ji şerê Sûriyê mexdûr bûne welatiyên Sûriyê ne. Di roja nû şer dest pê kir me çi got em îro jî dîsa heman tiştî dibêjin. Çawa şer dest pê kir, Serokor Erdogan digot em dê li Şamê nimêja nîro û li Helebê jî nimêja êvarî bikin."
Demîrtaş, polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Sûriyê rexne kir û wiha got: "Pergala ku li ser rant, dizî, şer, berjewendiyê hatiye avakirin em nikarin rewa bibînin. 6 meh di ser re derbas bûn, lê hêj rejîma Şamê nehat hilweşandin. Hikûmeta AKP'ê raste rast biryara şer de dide. Li gel hêzên derve leşkerên xwe paşve kişandin jî dîsa Serokewiz Davutoglu, ji bo rand û berjewendiyên xwe yên siyasî dixwaze şer gûr bikin. Çete li Dîlok, Kîlîs, Hatay û herêmên din perwerde kir û şandin nava Sûrê."
'Çareserî aştiya navxweşî ye’
Demîrtaş, bal kişand ser penaberên li Tirkiyê tên bi cih kirin û wiha berdewam kir: "Niha li Gurgumê bi qasî nifûsa wê penaberan bi cih dikin û wiha got: "Li Nava gundên elewiyan bi qasî nifûsa wan penaberan dinava wan de bi cih dikin. Tiştê herî baş ên ji bo penaberan bê kirin, sulh û aştiya navxweyî ya Sûriyê ye. Tu îro tişta herî baş li dervê welat bike jî dê dîsa bixwazin vegerin welatê xwe. Ji ber vê yekê tişta herî baş aştiya nava Sûriyê ye. Dema di kampa li nava elewiyên Gurgumê de israr bikin wê demê niyete cuda heye. Li gel welatiyên wir naxwazin çima bi israr dixwaze kampê li wir ava bike. Ger ku aramiya Tirkiyeyê dixwazin, wê demê divê berî her tiştî me ji bo welatê xwe aştiyê bixwazin. Ger ku em ji bo welatê xwe aştiyê nexwezan em nikarin ji bo cîranên xwe jî aştiyê bixwazin."
Polîtîkayên xeter
Demîrtaş, da zanîn ku ew dê her dem li dijî faşîzmê, şer têbikoşin û tu carî welat teslîmî faşîzmê nakin û destûr nadin ku Kurdiye bibe gola xwînê. Demîrtaş, gotina Serokê MHP'ê Devlet bahçelî ya "Kevir li ser kevir, serî li ser mil nehêlin" jî rexne kir û destnîşan kir ku ji ber van polîtîkayan dixwazin Tikiye bikin gola xwîne. Demîrtaş , bal kişand ser politîkayên neo-lîberalizmê û wiha got: "Fatûrê şer herî zêde karker û çotkar didin. Sendikayên karker û kedkar divê hemû bibin yek. Ger ku niha li dijî polîtikayên AKP'ê nebin yek, Tirkiye dê di qada aborî de pêvajoya herî zahmet derbas bike. Divê destûr nedin sermayeyê pêşkêşî neo-lîberalîzmê bikin. Divê hûn nebin hevkarê şer û polîtîkayên hikûmetê yên şer."
DÎHA/ENQERE