Partiya Çep (DIE LINKE) li eyaleta Almanya Niedersachsenê kongreya xwe ya eyaletê li bajarê Hannoverê pêk anî; di kongreyê de birêveberiya nû ya eyaletê hat hilbijartin. Hevserokên nû yên eyaletê fîzyoterapîst Anja Stoeck û parlemanterê federal Herbert Behrens in. Di nava 18 birêveberên partiyê yên eyaletê de çar koçber jî cihê xwe digirin. Du Kurdên Êzîdî Behiye Uca ji Celle û Mizgin Çiftçi ji Osterholz-Scharmbeckê jî hatin hilbijartin; ji bilî wan Elewiyekî Tirk ji Hannoverê bi navê Veli Yildirim û Rûsekî bi eslê xwe Alman ê bi navê Andreas Maurer jî di nava van çar koçberan de cihê xwe digirin.
Di axaftina xwe ya endamtiya birêveberiyê de Çiftçi yê 23 salî herî zêde xwe bi angajmana xwe ya siyaseta koçber û penaberan da pêş. Di birêveberiya nû de ew ê bibe berendam ji bo berdevkiya li ser mijarên elaqedarî koçberiyê. Armanca wî ew e ku eyaleta Niedersachsenê demokratîktir û adildir bibe.
Mizgin Çiftçi piştî hilbijartina xwe ji Polîtîka Kurdî re got, „Serketina min serkeftina hemû Kurdan e. Ez hevî dikim, ku gelê me tifaqa xwe xurt bike, da ku em jî xwedîdeng û bi hêz bin, da ku em jî di partiyên Elman de ciyên girîng bigirin. Pêwîst e, em li xwe xwedî derkevin. Eger em li xwe xwedî dernekevin, tu kes li me xwedî dernakeve.“
Uca jî di axaftina xwe de xwest ku Partiya Çep ji bo başkirina rewşa kar û jiyanê ya bi milyonan mirovî bêhtir angaje bibe û bixebite. Partiya Çep piştî hilbijartina birêveberiya xwe hêvî dike ku di hilbijartinên cihî yên sala 2016’an de encameke baştir bi dest bixe.
HANNOVER