Gundên komûn lê heyî 45 rojan carekê tên cem hev nîqaşan dikin û plansaziyan pêk tînin. Ji ber kapîtalîzmê paletî yan jî xibare ji holê rabibûn. Ji bo çareseriya pirsgirêkan pergala komûnan hate avakirin. Ev pergal ji bo civakê gelek girîng e. Komun jiyanekî alternatîf di afirîne.
Komûnên gundan li Geliyê Derîşkê yê li hemberî Çiyayê Mor hatin cem hev û piştgirî danpêvajoyê. Bi sedan endamên komûnên gundên Tilorana Binî, Pagê, Topuzava, Koçe, Dêlezi û Şaredarê Geverê Ercan Bora hatin cem hev. Li herêmê welatiyan bi lîstinên weke "Bîranê, kilanê û mendîlanê" lîstin û demên xweş derbas kirin. Li herêmê alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin û pankrata "Ji bo aştiyek bi rûmet û azadiya Rêber Apo em bi şahiya biharê silav dikin" hate daliqandin.
'Em serokê xwe bi tenê nahêlin'
Berdevkê Komûna gundê Page Emîrhan Ertekîn, diyar kir ku komûnên heyîn piştgiriyê didin pêvajoyê û wiha got: "Jiyana komû gelek xweşik e. Divê tu kes xwe ji vê pêvajoyê paşve negire. Em ji bo serok û gerîlayên xwe çi bikin kêm e. Em ji bo azadiya gelê xwe ya ji destê me tê dê bikin. Weke Birêz Karayilan jî got em ji şer û aştiyê re jî amade ne. Em serokê xwe bi tenê nahêlin."
Nahiyet Zengîn jî diyar kir ku ji bo xwîna bi salane tê rêjandin raweste pêvajo hate destpêkirin û wiha got: "Divê pêvajo piştî nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş pêş bikeve. Pêvajo ji bo qereqol bên çêkirin nehate destpêkirin. Ji bo xwîn bê rawestandin hate destpêkirin. Em naxwazin qereqol bên çêkirin."
DÎHA/COLEMÊRG