Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim lihevkirina li ser Sûriyeyê ya li qada navneteweyî, lêgerînên dawî yên çareseriya krîzê û rewşa dawî ya li rojavayê Kurdistanê nirxand. Muslim da xuyakirin ku di nava sal û nîva dawî de wan xwe gihandine parastineke xurt û veguherîne hêzeke girîng a li Sûriyê.
Muslim, diyar kir ku rewşa jeopolîtîk a Sûriyeyê gelekî girîng e û anî ziman ku her kesê li ser Rojhilata Navîn xwedî planane, ev rewşa jeopolîtîk li ber çavan girtine û got: "Ji ber vê yekê, bi destpêkirina pevçûnan re hemû alî ketin nava vê pevçûnê. Tiliya her kesî di vî şerî de hebû; Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Rûsya û gelek welatên din. Hinek yekser beşdar bûn hin jî bi riya hin aliyan tevli bûn. Rewşa jeopolîtîk a Sûriyeyê rê li ber encameke bi vî rengî vekir. Destpêkê behsa demokrasî û azadiyan dihat kirin, lê hat nuqteyeke wiha ku her kesî demokrasî ji bîr kir, qala deshilatdariyê kir. Veguherî çiravekê, kesî nexwest êdî gavên zêdetir biavêje. Ji ber ku vê yekê dikarî rê li ber şerê sêyemîn ê cîhanê vekira. Gava rewş gihaşt vê astê, li hev kirin."
Muslim ragihandin ku lihevkirina heyî nayê wateya, yekser rawestîna şer û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dibe ku krîz bi salan dewam bike. Lê ger bibe, Cenevre dê bibe gava yekemîn ji bo çareseriya siyasî. Ev yek mijareke berjewendiyên siyasî ye. Her kes ji bo berjewendiyên xwe, her kes ji bo qada serweriya xwe dixebitin. Mînak; Sûriye bendera yekane ya Rûsyayê li Derya Spî ye. Ji bilî Sûriyeyê ti cihekî ku pêlêke nemaye. Ji ber vê yekê li ber xwe dide, dê heta dawiyê jî li ber xwe bide.”
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bibîr xist ku kes bi lihevkirinên 1. Konferansa Cenevreyê re dilsoz nemane û destnîşan kir ku hînê di ser biryarên hatin wergirtin re 24 saet derbas nebûbûn, hatin binpêkirin. Muslim wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hingî jî hin lihevkirin-peyman derketibû holê. Lê belê kes li gorî vê tevnegeriya û nexistin meriyetê. Mînak; li gorî peymanê diviyabû ji hin koman re çek nehatiba dayîn, lê belê hînê di ser re 24 saet derbas nebûn, ji çeteyan re alîkariya çekan hat dayîn. Ango kes bi Cenevreya Yekemîn re dilsoz neman."
Muslim da xuyakirin ku rewşa heyî ya konjonkturel, pêdiviya bi civîna Cenevreya Duyemîn radixe ber çavan û got, "Her kes, dixwaze hîn bêtir hay ji xwe hebe û beşdarî civînê bibin. Em jî di civîna Cenevre 2 de hene. Bêguman em alîgirê çûyîna rejîma Sûriyeyê ne. Em ji destpêkê ve mûxalefet bûn lê mûxalefeteke serbixwe bûn û bi têgihiştina parastina rewa me xwe diparastin."

Konferansa yekemîn bê encam ma
Muslim anî ziman ku li Sûriyê bêyî Kurdan demokrasî ava nabe û pozîsyona Kurdan bi vî rengî rave kir: "Divê Kurd jî bibin perçeyek ji vê pêvajoyê, naxwe bi ti awayî li Sûriyeyê demokrasî dernakeve holê. Ji ber vê yekê li Cenevreyê em jî hene. Ev sal û nîveke em herêmên xwe diparêzin. Me xwe hem li hemberî rejîmê hem jî li dijî çeteyan parastin. Me xwe gihandin wê astê ku êdî kes nikare bêyî Kurdan çareseriyekê pêk bîne. Ji ber vê yekê hin derdor dixwazin ji sedî sed me beşdar bikin. Em ê jî wekî Konseya Bilind a Kurd beşdar bibin."
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, der barê daxuyaniyên rojên dawî yên Artêşa Azad a Sûriyeyê ên der heqê komên radîkal û pevçûnên piştî van daxuyaniyan rû dan de ev nirxandin kir: "Berê jî digotin Artêşa Azad a Sûriyeyê lê di nav de gelek rêxistinbûyîn û komên bi rêbaza çeteyan hebûn. Tevî cihadperest û selefiyan gelek komên radîkal di binê vî sîwanî de cih digirtin. Di bin navê Artêşa Azad a Sûriyeyê de li dijî me şer dikirin. Destpêkê kesî nexwest li me guhdarî bike, lê di demên dawî de ev rastî hîn bêtir derket holê. Di nava xwe de dest bi pevçûnan kirin.Artêşa Azad a Sûriyeyê jî dest bi berxwedana li dijî çeteyan kir, êdî ti gotineke me em jê re bêjin nîne. Lê belê komên radîkal û selefî serbixwe nînin, xwe dispêrin piştgiriya Tirkiyeyê. Piştgirîdayîna wan ne li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê ne. Vana hêzên sîxurên cuda ne û planên wan ên taybet hene. Em li herêma xwe li dijî wan xwe diparêzin."

Banga vegerê

Muslim bang li penaberên Rojavayî kir ku li xaka xwe vegerin û piştgiriyê bidin têkoşînê û herî dawî wiha axivî: "Ji ber ku herêma me hîn aram û ewle ye, destpêkê ji gelek deverên Sûriyeyê welatiyan koçî herêma me dikirin. Em dixwazin gelê me li xaka xwe vegere. Ger em xwediyê vê xake ne, ger ev xak welatê me ye, divê em li ser bijîn û wê biparêzin."


RAHMÎ YAGMÛR/ANF/AMSTERDAM