Di salên 1994'an de zarokên kurdan ên bi malbatên xwe re ji aliye dewleta Tirkiyeyê ve neçarî penabertiyê hatibûn hiştin, bi êşên mezin re rû bi rû man. Di gelek zorî û zehmetiyan re derbas bûn. Ev êş û neheqî ji bîr nekirin. Gelek ji wan zarokên ku penaber bûn berê xwe dan çiyayên bilin û azad. Gelek ji wan jî di Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem de beşdarî têkoşîna civakî, exlaqî û polîtîk bûn. Ew zarokên ku di nav zorî û zehmetiyan de mezin bûn dibistan xwendin û zanîngeh xelas kirin. Ji wan hinekan beşa huqûqê tercîh kirin. Gelo çima tercîheke wisa kirin? Ji bo ku têkoşîna xwe û ya gelê xwe, mafên wan ê hatiye binpêkirin û rastiya ku jiyane derxin holê û mafên xwe biparêzin tercîheke wiha kirin.

Wan zarokên ku zarokatiya xwe di bin zext, zordarî û psîkolojiya penabertiyê de jiyan, xwendin û bûn parêzer û ev saleke wek sazî bi navê Lijneya Parêzerên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem di bin banê Meclîsa Gel a Demokratîk de xebatên xwe bi rê ve dibin. Endamê Lijneya Parêzerên Wargehê Şahîn Tekîn der barê sazî û karên xwe de axivî.

Ji bo Azadiya Ocalan tekoşîn

Endamê Lijneya Parêzerên Wargehê Şahîn Tekîn dibêje ku wek sazî tu armanceke wan ku ji bo aboriyê parêzertiyê bikin nîn e û armanca Saziya Parêzeran wiha dest nîşan dike: "Armanca me ev e ku em di warê qanûnî de têkoşîna parastina wargeha xwe bikin. Di wargeha me de ji bo bihêzkirina têkoşîna qanûnî ya mafên wargehê pêwîstî bi sazîbûneke wiha hebû. Me jî xwest em bi têkoşîna qanûnî ve hêz bidin vê. Di warê qanûnî de eger êrîşek hebe, bi awayekî qanûnî wek parêzer em jî karibin wargeha xwe bi awayekî rêxistinî û qanûnî biparêzin û rola xwe ya di vê xusûsê de bi cih bînin. Bi taybet armanca me ev e ku neheqiyên ku li hemberî wargehê tên kirin, wek parêzer demdirêj jî be, em van neheqiyan di aliyê huqûqî de lêkolîn bikin û li hemberî kes, sazî, dewletan û dewleta Tirkiyeyê jî têbikoşin û wargeha xwe biparêzin."
Tekîn wiha domand: "Di heman demê de em dixwazin di warê huqûqî de tevlî têkoşîna azadkirina Rêbertiyê jî bibin. Mînak, em hewl didin li başûrê Kurdistanê wek parêzerên Rêbertiyê, xwe bi rêxistin bikin û ji bo azadiya Rêbertiyê têkoşîna xwe berfireh bikin."

Xebatên bi hev re

Şahîn Tekîn destnîşan kir ku saziya wan hîn saziyeke nû ye û di salên derbasbûyî de hemû hewldan û xebatên wan li ser esasê avakirin û rêxistinkirina pergala saziya wan bû. Şahîn Tekîn der barê amadekirina peymana wargehê de jî ev anî ziman: "Xebatên amadekirina Peymana Wargehê ji bo me di heman demê de wek perwerdeyê bû. Me, di heman demê de xwe jî perwerde kir. Di pergala ku me zanîngeh lê xwend û pergala ku em têde dijîn cuda ye. Gelek ferqa pergala wir û ya wargehê heye. Gelek pîvanên wir hene ku bi yên wargeha me re nabin yek. Pîvanên civaka wargeha me cuda ye û diviyabû Peymana Wargehê jî li gorî rastiya vê civakê hatiba amadekirin. Di dema nîqaşan de me ev rastî pirr baş dît."

'Saziya me saziyeke demokratîk e'

Şahîn Tekîn dest nîşan kir ku wek sazîbûyîn hem di nav wargehê de hem jî li derveyî wargehê astek wergirtine. Tekîn rêbazên xwe yên rêxistinî û xebatan wiha vegot: "Niha du berdevkên me hene. Hefteyê carekê em kom dibin. Xebatên xwe dinirxînin û diçin plansaziyekê. Mehê carekê jî em civîna xwe li dar dixin. Xebatên xwe yên mehekê digirin dest û dinirxînin. Em plansaziya xwe li gorî taybetmendiyên xebatên xwe çêdikin. Û li gorî vê dest bi xebatên xwe dikin. Dîsa wek sazî di heman demê de em endamên Sendîkaya Parêzeran a Başûrê Kurdistanê ne. Di sendîkayê de jî wek sazî xweseriya me tê naskirin. Ew dizanin ku em wek komun û saziyeke Lijneya Parêzerên Wargehê ne. Em pêwendiyên xwe bi wan re li ser bingeha rêxistinî datînin. Ew jî dema dixwazin li ser esasê xweseriya me bi me re dikevin nav pêwendiyan. "
Şahîn Tekîn di dawiya nirxandinên xwe de hemû parêzerên wargehê û parêzerên sosyalîst û welatparêz vexwend avakirina yekîtiyekê û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Rêber Apo têkoşerê edaletê yê herî mezin e. Em wek sazî û parêzeran hewl didin tevlî têkoşîna ku Rebêr Apo pêşengiya wê dike bibin û di heman demê de ji aliyê huqûqê ve jî ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîneke mezin bidin. Wek parêzeran, çi parêzerên welatparez dibe, çi demokrat dibe, çi jî sosyalîst dibe, divê em yekîtiya xwe çêbikin û ji bo azadkirina Rêber Apo û di şexsê Rêber Apo de jî azadkirina gelên bindest, zayenda bindest, kedkar, ol û mezhebên bindest têkoşîneke mezin bidin. Em mamosteyê edaletê Rêber Apo bigihînin azadiyê, ku derfetên xwe û zanebûnên xwe ji bo pêşketinên civaka demokratîk û azad hîn bêhtir bi kar bîne." 

DÎHA/MEXMÛR