Destpêka aloziya di navbera Hewlêr û Bexda de kû demek dirêje didome jêdera xwe ji pirsgirêkên petrolê digre. Bexda dide diyarkirin kû, Hewlêr biserê xwe bi şîrketan re peymanan çêdike, petrolê derdixe û difiroşe derve ev jî ne di çarçoveya destûra Iraqê de ye. Ji bo vê jî Bexda pereyê van şîrketan ne dayê. Berî kû pirsgirêk mezin bibe di encama çend hevdîtinên di navbera Hewlêr û Bexda de lihevhatinek çêbû. Lê gava kû were gotin pirsgirêk çareser bû, vê carê jî aloziyek bi avêtina holê ya Hêza Operasyona Dîcle hate çêkirin. Aloziyê ew qas bilindbû kû bû sedemê pevçûna çekdarî. Piştî wan çalakiyên kû li Dûzxurmato derketi, dîsa hevdîtin hatin kirin û li hevhatinek hat çêkirin. Li gorî peymanê hem pêşmerge hem jî yekîneyên artêşa Iraqê wê ji herêmên binîqaş yên di çarçoveya maddeya 140'emîn de, ji Kerkûk û derdora wê vekêşin û xebatên asayişê dewrî polêsan bikin. Lê di 10 Kanûnê de serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî çûbû serdana pêşmergeyên li Kerkûk û deverên wê û dabû diyar kirin kû, “Heta maddeya 140'emîn neyê sepandin pêşmerge ji cihê xwe venakêşin.” Bi heman şêweyî Malikî jî diyar kir kû yekîneyên artêşa Iraqê jî ji van herêman venakêşin. Endamê Desteya Bilind yê Yeketiya Parlementerên Kurdistanê Zana Rusteyî pirsên ajansa me DÎHA'yê bersivandin.


Li gorî we pirsgirêka bingehîn ya di navbera Hewlêr û Bexda de çiye?

Pirsgirêkên di navbera Herêmê û Bexda de pirsgirêkek siyasiye, ne pirsgirêkek leşkeriye kû di navbera wezareta Pêşmerge û Wezareta Parastinê a Iraqê de bête çareserkirin. Daxwaziyên Herêma Kurdistan li nav çarçeveya dewleta Iraqa Federal, destûra mafên Herêma Kurdistane kû heta niha dewleta Iraq îradeyek rast û eşkere nîne jibo pêkanîna wan maddeyên destûrê kû têkiliya bi herêma Kurdistan ve heye. Bexda li hemberî daxwazên Kurdan roj bi roj hem jibo maddeya 140'emîn hem jî jibo hemû maddeyên kû têkiliya xwe bi mafên Herêma Kurdistanê ve heye wek pirsgirêka petrol, bûtçe û pêşmerge pirsgirêkan derdixe. Nûnerên Kurd jî li Bexda wekî kû pêwîst dike nikarîne van mafane jibo gelê Kurd misoger bikin. Eger ji pirsgirêka Kurdan re çareseriyek çêbikin jî ev nabe çareseriyek mayînde, dibe çareseriyek demî. Heta li Iraq pirsgirêka Kurd di bingeh de neyê çareserkirin, heta madde û destûrên kû têkiliya xwe bi herêma Kurdistanê ve heyî neyên naskirin di navbera Hewlêr û Bexda de baweriyek çênabe.

Maddeya 140'emîn çima bicîh nayê, astengî çi ne?

Maddeya 140'emîn di bingehê xwe de pêwîste di 2005’ê de hatiba sepandin (bicihanîn). Paşê destor ji hûkûmeta Iraqê re hat dayîn kû maddeya 140'emîn li sala 2007’ê bicihbike. Lê hukumeta Iraq jibo vê maddeyê pirsgirêk derxistin û bûtçeya pêwîst temîn nekir. Maddeya 140'emîn kû bes jibo kerkûkê û navçeyên wê yên derdor hatibû derxistin, lê hukumeta Iraqê wisa kir kû gelek herêmên Başûrê Iraqê jî bikeve nav sinorên vê maddeyê. Baweriya min tuneye kû ev maddeye were bicihkirin jibo wê jî pêwîste gelê Kurd jibo çareserkirina pirsgirêkên xwe serî li riyên din bide. Jibona vê jî pêwîste Kurd berê xwe bidin federaliyê. Me li sala 1992 bi îrada xwe biryar da kû têkiliya me yên bi Iraqê re li ser bingehê federalî be û em jî beşik bin ji Iraq. Li van rojan de Yeketiya Parlementerên Kurdistanê beyan nameyek derxist kû têde tê xwestin gelê Kurd bi awayek fermî dest bi guftigo kirina avakirina dewleta Kurdî û daxwaz ji Bexda bikîn kû em ji we serbixwebîn. Madem hûn nikarin bi aweyek demokratîk û aştiyane li gel gelê Kurd jiyan bikin, wê demê pêwîste em jî ji we cûda bibin. 


Çima Kurd ew qas bi tundî li dijî vê Hêza Operasyonên Dicle derdikevin?
Fermandeya Operasyona Dîcle jibo hemû desthilat û asayîşa herêmên Kerkûk, Diyala, Selehedîn û Musil bigre di bin kontrola xwe de ji aliyê hukumeta Malîkî ve hatiye damezrandin. Bexda dizane kû desthilatek bihêz ya Kurdan li ser bajarê Kerkûkê heye. Hem hêza asayîşê hem jî polîs zêdetir di bin destê hêza Kurd de ne. Jibo vê jî Bexda ji vê yekê acize û dixwaze desthilata Kurdan ji van herêmên kû dikevin di nav maddeya 140'emîn de lewaz bikin û ji bajarên cuda yên Iraqê Ereban binîn di van herêman de bicih bikin. Damezrandina Fermandeya Dîcle yan jî her fermandeyek dîtir pêwîste bi destûra Parlementoya Iraqê bê damezrandin. Bes Malîkî qet hisaba Parlementoya Iraqê nekiriye û daxwaz jî ji Parlementoya Iraqê nekiriye kû vê hêzê bi awayek fermî erê bike. Jibo wê jî mayîn û nemayîna vê hêzê girêdayî îrada Parlementoya Iraqê ye û pêwîste fermandeya Dîcle û fermandarên wê di nav Parlementoya Iraqê de bi dengdanê mayîn û nemana wê were eşkere kirin. Bes Malikî dev ji van biryar û îrada parlementoyê berdaye û herwekû fermandarê giştî yê hêzên leşkerî yên Iraqê ye Fermandeya Dîcle damezrandiye. Mebesta malîkî di vê yekê de ewe kû desthilata Kurdan di van herêman de lewaz bike û herêmên mijara gotinê ji Erebên nîjadperest tejî bike. Lewra Kurd li hember hebûna vê fermandeyê bigûmanin û dema kû Fermandeya Operasyona Dicle tê gotin, enfal û komkujiya Helepçe tê bîra Kurdan.

Pirsgirêka petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexda de heyî çiye? Destûra Bingehîn vê mijarê çawa digire dest?

Ez bixwe beşdarî guftigokirina nivîsîna Destora Iraqê bûm, bi şêweyek gelek eşkere hatiye diyar kirin kû hemû berhemên petrolê yên li herêma federal a Kurdistanê tên derxistin û herwiha ew bîrên kû li Kurdistanê hene herdû alî bi hev re derdixin û bi hev re berhemê wê petrolê difiroşin û pêwîste pareyê wê jibo hemû gelê Iraqê were xerckirin. Ev yeke ji aliyê herêma Kurdistanê ve jî hatiye pejirandin. Piştî kû Iraq ji bin desthilatdariya rejima BAAS ve hate rizgar kirin, li bajarên herêmê Hewlêr, Silêmanî û Dihokê bîrên petrolê yên nû hatine dîtin. Hebûna van bîran ji hukumeta Iraqê re hatiye ragihandin û daxwaz ji Bexda hatiye kirin kû herdû alî bi hev re şîrketên petrolê bînin û van bîran derbixin. Lê Bexda naxwaze bîrên nû yên petrol li herêma Kurdistanê werin derxistin û naxwaze jibo pêşeroja Kurdistanê ev bîrane bibe destkeftiyek û sûd jê wergire. Herêma Kurdistan neçar ma kû bi serê xwe jibo derxistina bîrên petrolê şirketan bixwaze. Di vir de bi aweyek pir eşkere diyar dibe kû yek ji sedemên herî mezin kû di navbera Bexda û Hewlêrê de alozî derdikevin, hebûna petrolê li herêma Kurdistanê ye. Jibo kû ev pirsgirêke çareser bibe pêwîste di navbera herdû alîyan de peymanek li ser petrolê were kirin û ev peymane weke zagonên petrolê di nav destûra Iraqê de werin bicih kirin. Di rastiyê de girêdayî firotina petrolê di navbera her dû aliyan de çareseriyek hatiye rêxistin bes Malîkî nehêla ev projeye biçe Parlementoya Iraqê û bi dengdanê bikeve di destûra Iraqê de kû were eşkere kirin Kurd jî ji vê petrolê biparin û mafê wan jî yê wergirtina berhemên petrolê heye. Pêkne anîna vê zagonê di nav destûra Iraqê de dibe sedem kû di navbera Bexda û Hewlêr de hertim nakokiyên siyasî derbikevin.

Pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de wê çawa çareser bibin?

Yekane pirsgirêka di navbera Hewlêr û Bexda de herêmên dikevin ber maddeya 140'emîn û petrole. Sinorekê me li bajarên wek Kerkûk, Musil, Diyala û Selehedîn heye pêwîste em wî sinorî dirist bikîn. Di dema xwe de rejîma BAAS jibo kû jibo Mela Mustefa Barzanî bibe pirsgirêk ev sinore xirap kir. Eger me karî vî sinorî dîsa eşkere bikîn û dewleta Iraq karî bi şêweyek dadî li gel Kurdan tevbigere hem dikeve berjewendiyên Kurdan hem jî berjewendiyên tevayî Iraqê. Lê eger me temaşe kir kû dewleta Iraq dîsa dîrok dûbare kir û li ser gelê Kurd komkujî, enfal û koçkirin pêkanî wê demê pêwîste gelê Kurd jî serî li rêya duwem ya çareseriyê bide. Di vê riya çareseriyê de bi alikariya dewlet û hêzên navnetewî wekû başûrê Sûdan û gelek welatên din herêma Kurdistanê jî bi awayek serbixwe ji dewleta Iraqê cuda bibe. Herî kêm em bi vî awayî dewleteka Kurdan li Başûrê Kurdistan ava bikîn kû jibo parçeyên Bakûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî bibe hêzek ya çareseriya pirsgirêka Kurd.


WEHBÎ DEMÎR / DÎHA/HEWLER