Biyografiya Emma Goldman ya bi navê "Emma Goldman: Hêj Xetere e" ji hêla C. Bríd Nicholson ve hatiye nivîsandin. Weşanên Amarayê pirtûk çap kir. Goldman a berxwedêra çîna karkeran û sembola şoreşa jinê ye, ji hêla rêxistinên jinan ve yek jî jina pêşeng tê dîtin. Pirtûk li ser jiyana Goldman radiweste. Burcu Taşçi ew wergerand. Di pirtûkê de hemû xebatên hemdemî û otobiyografiya wê hene. Goldman yek jî pêşengên têkoşîna jinê ya herî xurt û belaya serê desthilatdariyê ye. Di pirtûkê de jiyana wê ya berxwedêr dertê pêş.
Di pirtûkê de Goldman çawa bi gelên li Emerîkayê hatiye nasandin, di nava salan de ev konsept çawa hatiye nermkirin û guhertin, bi dîmenî û nivîskî cih digire.
Jina herî bi tehlûke ya Emerîkayê
Navûdegê Emma Goldman a di tevahiya jiyana wê de derket pêş, beşek wê bi şêweyekî ji hêla ciwanê bi navê J. Edgar Hoover ve hat vegotin, di vê vegotinê de hin îdîayên wekî li dijî Serok Mc. Kînley sûîkast pêk aniye jî cih girtin. Sala 1919'an Goldman hat dersînorkirin û wekî "Jina herî bi tehlûke ya Emerîkayê" hat nasandin. Sala 1940’î dema Goldman jiyana xwe ji dest da, nivîskarên biyografiyê Goldman wekî qehreman û îdeologekê dan nîşan.
NAVENDA NÛÇEYAN