Piştî grevên birçîbûnên li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû, Ocalan bi riya birayê xwe Mehemt Ocalan bang li gelê rojavayê Kurdistanê kiribû ku ji bo neteweke demokratîk li Sûriyeyê pêş bikeve pêwîste Kurd, ereb, cuhî û hemû gelên li wir di nava xwe de yekitiyekî ava bikin ku şer û pevçûnên li wir bi pêş nekevin.
Meclisa din Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê jî piştî roja ewil bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî re civîn li dar xist li nûnertiya PDK û YNK'ê hatin cem hev. Nûnerê polîtburoya YNK'ê Saît Pîr û Nûnerê pîlotburoya PDK'ê Cafer Îbrahîm û li ser navê Dîwana Serokatiya Herêma Federal Dr. Hamîd Derbendî tevlî hevdîtinan bûn. Endamên Meclisa Gel di civînan de pirsgirêkên li herêma Kurdan û Sûriyeyê û rewşa KBK'ê nirxandin.
Endamê Meclisa Gel Abdulselam Ahmet têkildarî civînê axivî û sedema pirsgirêkên di nava KBK'ê de tên jiyîn ENKS nîşan da û wiha got: “Partiyên di nava ENKS'ê de baweriyê bi tifaqa li Hewlêr naynin. KBK'ê ji xwe re weke vîna siyasî nabînin.”
Ahmed, têkildarî pirsgirêkên tên jiyîn de wiha nirxandin kirin: “Ji bo tifaqa Hewlêrê navek jiyanê astengiya herî mezin pirsgirêkên di nava ENKS'ê de ne. Weke tê zanîn ku ENKS ji 16 partiyan pêk tê. Ji ber vê yekê biryar girtina ENKS'ê gelek zor e. Ji bo biryarên KBK'ê pêk bînin pirsgirêkan dijîn. Di navbera xwe de weke hem firkir nînin.”
Ehmed diyar kir ku li gorî hêzên din tevdigerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her kes li gorî xwe tevdigerin. Partiyên di nava ENKS'ê de li gorî biryarên Desteya Bilind na li gorî xwe tevdigerin. Pirsgirêk ji ber vê yekê derdikevin. Heke pirsgirêk di tevahiya KBK'ê de nayên jiyîn. Em 10 endam di KBK'ê de rutinên biryarê digirin lê ji bo biryaran pêk bînin pirsgirêk derdikevin. Sedema vê yekê jî ENKS, biryarên KBK'ê girtin di nav xwe de nîqaş dike lê pêk nayne.”
Ahmed, anî ziman ku ji ber pirsgirêkan KBK bûye du beş rast nîn e. Ahmed, da zanîn ku piraniya partiyên di nava ENKS'ê de li cem KBK'ê cih digirin tenê hinek partî pirsgirêkan derdixin.
Ahmed, bal kişand ser hêzên Artêşa Azad a Sûriyeyê ku li ser sînorê Tirkiyeyê bi tankan xwest bikeve Serekaniye jî û bang li hemû Kurdan kir ku li dora YPG'ê bên cem hev.
Îro endamên Meclisa Gel ên KBK'ê dê bi nûnerên 16 partiyên ENKS pêk anîn bên cem hev. Di hevdîtinan de ligel PDK û YNK'ê dê nûnerên derdorên cuda jî tevlî bibin. Li bendêne ku piştî civînê KBK bicive.
NIHAT KAYA / ANF/HEWLÊR