
Endamê Komîsyonê û Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Endamên komîsyonê Prof. Dr. Mîthat Sincar, Prof. Dr. Yucel Sayman û Serokê Giştî yê MAZLUMDER Ahmet Faruk Unsal diyar kirin ku di gotinên Erdogan de tu guhertin pêk nehatiye.
Di yek zimanî de israr
Endamê Komîsyonê û Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, diyar kir ku di civînê de Serokwezîrê Tirk Erdogan gotina "Em benda hilbijartinê danaxin û tu pakêta wan a reformê tune ye" dubare kiriye û ev gotinên Erdogan nayê qebûlkirin. Ozgen, ani ziman ku Erdogan dîsa di perwerdehiya yek zimanî de israr kiriye û wiha got: "Erdogan dîsa got 'Ji bilî zimanê fermî yê niha tu zimanê din nayê qebûlkirin' Erdogan dîsa di avakirina bendav û qereqolan de israr kir.
Em hemu baş dizanin ku li seranserî sînor qereqolên nû tên avakirin. Me di raporê de xwest şert û mercên Birêz Ocalan bên başkirin û li gel malbatê heyetên bixwazin bi hêsanî hevdîtinê bikin. Lê Serokwekîr Erdogan tenê got 'Cihekî mezintir heye ji bilî wê tiştekî din nayê kirin."
Unsal: Civîn nebûn hevî
Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Ahmet Faruk Unsal jî diyar kir ku Serokwezîre Tirk Erdogan gotiye "Perwerdehiya bi zimanên zikmakî nabe, Benda hilbijartinê kêm nabe" û daxwazên gel ên derdikevin pêş red kir û wiha axivî: "Di gotin û nerînên Serokwezîrê Tirk Erdogan de tiştek nehat guhertin. Di raporên 7 herêman de daxwazên hevbeş mafê "Perwerdehiya zimanê zikmakî bû." Lê nêzikatiya Erdogan a li hemberî daxwazan hêvî neda me."
Endamê Komîsyonê Prof. Dr. Yucel Sayman jî anî ziman ku raporên ji 7 herêman hatin amadekirin pêşkêşî Serokwezîrê Tirk Erdogan hatin kirin û wiha got: "Lê hikûmet van raporan çiqas li ber çavan bigire em nizanin. Ger ku daxwaz û pêşniyarên gel ên di raporan de li ber çavan bên girtin de gelek baş bibe.
Sancar: Gotinên kilasîk berdewam kirin
Endame komîsoyê Prof. Dr. Mîthat Sancar jî da zanîn ku di gotinên Erdogan de tu guhertin pêk nehatin gotinên berê yên klasik dubare kirine. Sancar, wiha got: "Erdogan behsa pakêta demokratîk nekir. Got ger ku pêdivî bi qereqolan hebe dê înşaata wan pêk bê. Dîsa got bendava hilbijartinê nayê guhertin.
DÎHA/STENBOL