Li Hotêla Çarçîra ya Hewlerê  Federasyona Rêkxistinên Civakî ya Başûrê Kurdistanê têkildarî şandina herêmên Kurdan a Hêza Dîcle civînek çapeniyê hate lidarxist. Serokê Federasyonê Ednan Enwerbeg di civinê de axivî û diyar kir sedema kombuyîne, li beramber rewşa Hêza Operasyonê Dîcle (Fermandayên Dicle), helwest û nerazîbûnên van rexistinan e. Enwerbeg wiha got: "Em weke nuneriya piranîya rêxistinên Herêma Kurdistanê dikîn ku bi qasî 250 rêxistinin nerazîbun û helwesta xwe bi şêweyek tund derdixin holê û bang li tevahî alîyan ji dikin ku bi berpirsyartî tevbigerin ji bo çareser kirina vê pirsgirêkê."

'Hedef rêxistinbûyina Kurda ne'

Serokê Federasyona rêxistinên Herêma Kurdistan Ednan Enverbeg destnîşan kir ku ya tê pêkanîn ne tenê weke operasyoneke leşkerî tê dîtin û wiha axivî: "Bê guman liv û tevgereke ku ji bo şikandina hêza gelê herêmê û belavkirina hevgirtin û aramiya gelê herêma ser sînor ya Kurdistanê ye. Ev êrîşeke li hember xak û netewa Kurd tê kirine. Eger bikarîbane wê hêzên xwe yên leşkerî li navçeyên din jî bicih bikirane. Eger em li bîra xwe bînin ku ji beriya niha ji gelek caran ev pêkanîn meşandin ku ev di sala 2008'ande herwiha bi êrîş kirina nevçeya Xaneqîn û demek din jî bi hinceta parastina xeta sînor ya aliyê Şêxan û  derdorê cardin xwastin van kiryarên xwe yên qirêj pêk bînin lê ne gihan encam û bi serhildana gel û pêşmergeyan re rû bi rû ma. Bê guman ew xaka ku dixwazin êrîş bikin xaka ji sedî 40' ê herêma Kurdistanê ye. Divê hemu aliyê siyasî li ser vê mijarê bi şêwirin û ji bo yekalî kirina vê nakokiyê bixebitin.  Biryar di 31 Tîrmehê de derket. Ev biryar  Malikî ya bi serê xweye standiye."

'Fermandar berpirsê Enfalê ye'

Erwerbeg, destnîşan kir ku ev biryar ne nûye û wiha berdewam kir: "Em dikarin bêjin ku ev biryara derketî di 31 'ê meha Tîrmehê de tu aliyek xwe yê qanûnî û yasayî nîne. Li rexmê vê çendêji ev di destura Iraqê de ji nîne. Ev biryar birêz Malikî bi xwe daye û heta kesê ku fermandariyê ji vê hêzêre ji dike keseke ku zabitê berê yê hêza Seddam e. Ew kes bi xwe ji li gorî belge û delîlên ku hene di nava hemu buyerên Enfal û qîrkirinên gelê herêma Kurdistanê de cihgirtiye. Ji ber wê çendê em îro weke ferderasyon  nerazîbun û helwesta xwe radigihînîn û bi tundî jî em vê hewldanê li ser xaka Kurdistanê şermezarkir dikin."
Enwerbeg, destnîşan kir ku ew weke Federasyona Rêxistinên Civakî daxwaz ji Malikî dikin ku rojek ji ya din zutir dev ji van êrîşan berde biryara xwe bi paşve bikişîne. 


Bila hêzên pêşmerge xwecih bimênin

Herî dawî Enwerbeg diyarkir ku em carekîdin daxwazkarin ji alîyên siyasî, rêveberiya siyasî ya Kurd ku giringî bê dayîna têkiliyên navxweyî, hêza pêşmerge û bi hêzkirin û xwecihkirina wan. Divê hêzên pêşmerge li cihên xwe bimênin. Em daxwaz ji hemu alîyên siyasî yên Iraqî ji dikin ku eger tenê alîgirê aştî û çareserkirina pirsgirêkêne, niha demê nasîna mafên gelê Kurde li wan navçeyên ser sînorin de binasin bi herêma Kurdistanê ve bên girêdan." 

DÎHA/HEWLÊR




Pêşmergeyan rêya Kerkûkê girt 

Li Iraqê geşedanên di navbera reveberiya navendî û reveberiya herêma Kurdistanê de, zêde dibe. Rêveberekê Wezareta Pêşmergeyan, diyar kir ku  pêşmergeyan rêya Kerkûkê li derbasbûna artêşa Iraqê girt.
Rayedarekî Wezareta Pêşmergeyan ku navê xwe neda diyar kir ku artêşa Iraqê 30 kîlometre nêzî Kerkûkê bûye û li ser vê yekê hêzên pêşmergeyan sewqî heremê hatine kirin û wiha got: "Emê nekevin Kerkûkê lê em destûrê nadin ku artêşa Iraqê bikeve Kerkûk ê jî. Li gor peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de, divê ewlehîya cihên ku bi pirsgirêk, ji aliyê hêzên herêmî û polîsan ve bê peyda kirin. Têketina pêşmergeyan û artêşa Iraqê qedexe ye. Serokwezîrê Iraqê Nurî El Maliki îlan kiribû ku “hêza operasyon a dicleyê” ji bo pêş girtina terorê û ewlehîyê amade kirine." Hêza oprasyon a dicleyê çend caran xwast ku, bajarên bi pirsgirêk tê qebûl kirin; li Kerkûk, Diyala ve Selahaddinê bigrin bin qontrolê. Lê li ser bertekên ku li heremê, vekişaya bûn.
Herî dawî di 16 ê mijdarê de 75 kîlometre li nêzî Kerkûkê “hêzên operasyon a dicleyê û pêşmerge hatibûn hemberê hev. 

KERKÛK