Li bajarê Elmanya Bremenê, zarokên Kurd ên xebatên hunerî dikin, hikûmeta AKP´ê û dewleta Tirk a jin, zarok, kalûpîran qetil dike, şermezar kir.
Li dijî dagirkerî û komkujiyên li Kurdistanê, koroya zarokan a Koma Zarokên Aram Tîgran, Koma Zarokên Aram Tîgran a govendê, Koma Rengîn, Koma Zarokên Rojava û hunermendên herêmî li gara trenê ya Bremenê çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de zarokan belavok belav kirin û li ser komkujiyên li Kurdistanê agahî dan mirovan.
Piştî çalakiya li gara trenê, zarokan berê xwe da herêma navenda Radio Bremen TV û dest bi meşê kir. Zarokan bi rayedarên Radio-TV re hevdîtin kir û dosyayek li ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê pêşkêşî rayedaran kir. Rayedaran jî diyar kir ku ew çalakiya zarokan watedar dibînin û ew ê hewl bidin desteka pêwîst bidin wan.
Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Aurichê di salvegera 4. a komkujiya Roboskî de 34 ciwanên Kurd ên ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bibîr anîn.
Kurdistaniyên bi vê armancê li Aûrîch Marktplatzê civiyan, bang li Ewropayê kirin, ku êdî ji bo mirovên li Kurdistanê tên qetilkirin, bikeve nava tevgerê.
Qisekeran bang li hikûmeta Elman kir da ku xwe ji dîktatoriya Qesrê ya Erdogan vegire û li cem gelê Kurd cihê xwe bigire.
Li navenda televizyonê ciwan
Li bajarê Elmanyayê Munchenê, çalakiyên Kurdistaniyan ên li dijî komkujiyan dewam dikin. Ciwanan doh kanala dewleta Elman ARD û saziya televizyon û radyo ya bi navê Bayerîscher Rûndfûnk a li heman avahiyê, dagir kir.
Ciwanên ku ji ber çalakiya dagirkirinê rastî destwerdanê nehatin, bi rayedarên saziyê re hevdîtin kirin û dosyayek pêşkêş kirin.
Piştî hevdîtina bi rayedarên saziyê û guhdarîkirina li daxwazên ciwanan, çalakî bi dawî bû. Ciwanên Kurd ên li Munchenê diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe yên ji bo xwedîderketina li berxwedan û xwerêveberiya li Kurdistanê, zêde bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN