Dengê tilyên biçûk
Bariş Ozturk û Bawer Turan, endamên koroya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê yê herî biçûk in û nezî du sal in li dimbilkê (darbûka) dixin.
Di demsala havînê de saziyên çand û hunerê yên Amedê ji bo zarok û ciwanan dersên hunerî didin. Ji van saziyan yek jê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firat e. Koroya li navenda çandê hatiye avakirin ji 60 kesan pêk tê.
Endamên koroya Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê yê herî biçûkin Bariş Ozturk (12) û Bawer Turan (14) di temenê xwe yê biçûk de dest bi hunerê kirine. Herdu zarok ev du sal in di koroyên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê bi tiliyên xwe yê biçûk li dimbilkê dixin.

'Alikariyê didin malbatên xwe'
 Di koroyê de du hevalên hevdu Bariş Ozturk û Bawer Turan jî çîh digrin. Ozturk û Turan di, demsala havînê de her rojên sêşemê tên saziyê û li wir tevlî provayan dibin. Ozturk û Turan hem di koroyê de xwe pêş dixin hem jî di aliyê aboriyê de alîkariyê didin malbata xwe. Her wiha Ozturk û Turan di nava koroyê de bala temaşevan û kesên ku diçin saziya çandê dikişînin. Oztruk û Turan hestên xwe yên der barê hunerê de parve kirin û diyar kirin ku ew dixwazin di aliyê profesyonelî de xebatên xwe yên hunerê pêş bixin.


Ozturk zehmetiyên biçûk bûna temenê xwe wiha anî ziman: "Ji ber ez biçûk im hevalên min carna henekê xwe bi min dikin. Wextê ku nû hatibûn ji min re digotin 'bejna te kurt e' ez jî ji vê gotinê pir hêrs dibûm. Lê niha ev gotinên wan min aciz nake û em hînî hev bûne."
Ozturk da zanîn ku dema ew diçin konseran gel eleqeyeke mezin nîşanî wî dide û jêre dibêjin "tu çiqas şêrînî". Bariş anî zimn ku ji ber di dawetan de xebata amatorî tê kirin ew naxwaze li dawetan darbûkayê bixe. Ozturk plansaziya xwe ya pêşerojê jî bi van hevokan vegot: "Ez dixwazim di demên pêş de li beşa muzîkê ya Zanîngeha Hunerê Ciwanî bixwînim."
Bawer Turan jî destnîşan kir ku ew 2 sal in li dimbilkê dixe û heman demê de li erbaneyê jî dixe. Turan jî wekî Orzturk dixwaze dixwaze di demê pêş de beşa muzîkê bixwîne û enstrumana bateriyê lêbixe.

DÎHA/AMED