Sentiyago piştî ku gihişt herêma Kobanê yekser berê xwe dan Navenda Wezareta Parastinê û tevlîbûna xwe ya di nava qadên şer ji bo parastina Kobanê de ragihand. Çeka xwe rakir, rext li xwe kir û soz da ku wekî ciwanekî Kurd wê tu caran rê nedê çete derbasî Kobanê bibin. Sentiyago paşê çeka xwe ya Klaşîvkov hilda, berê xwe da eniya rojavayê herêma Kobanê û li moziyeke parastinê ya li gundê Çarqilê li gel şervanan hat erkdarkirin. Sentiyago dibêje ku ew li moziya xwe tevgera çeteyan dişopîne û çavdêriyê dike û got: "Kobanê tu caran ji çeteyan re serê xwe natewîne. Derbasbûna Kobanê ji çeteyan re wê her dem xewn be. Ji bo parastina wê, em amade ne ku buhost bi buhost xaka Kobanê bi xwîna xwe av bidin. Eger mal û axa me ji destê me çû, wê demê rûmeta me jî ji dest diçe. Gel me bi vîn û israra xwe tê nasîn û dikare ku çeteyan bişkîne." Sentiyago bang li ciwan û welatiyên ku koçber bûne kir ku vegerin herêma xwe.
ANHA/KOBANÊ
Berxwedana Kobanê xurt bikin
Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn, bang li gelê Suryanî, tevahiya saziyên Asûrî-Suryanî-Keldanî kir ku li dijî êrîşên DAIŞ û komên ser bi El Qaîdeyê bi wezîfe û berpiryariyên xwe rabin, têkoşîn û berxwedanê xurtir bikin. Di daxuyaniyê de rewşa li Iraq, Sûriye, Tirkiye, Lubnan û Îranê ku gelê Asûrî-Suryanî lê dijî yek bi yek hat nirxandin, bi taybetî bal hat kişandin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li hemberî Rojava. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rejîma Baas û hêzên ser bi El Qaîdeyê bi alîkariya dewletên herêmê re ji bo kantonên demokratîk ên gelan ji holê rakin ketine nava tifaqeke qirêj û hat gotin, "DAIŞ, Eniya El Nûsra û rêxistinên din ên cîhadperest, gelên Suryanî û Kurd, civatên Êzidî û Elewî, derdorên hemdem û rewşenbîr dijmin îlan kirine. Her wiha li hemberî êrîşên li dijî Kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrînê kes deng dernaxîne û ji bo pêşî li xeteriyên komkujiya li se gelan bê girtin, tedbîr naYê girtin. Berxwedana Kobanê îspat dike ku li Rojhilata Navîn berdêla azadiyê çiqasî buha ye. Êrîşên li hemberî Kantona Cizîrê gelê Suryanî dixe nava fikaran û koçberiyê mayînde dike."
Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn da zanîn ku di şert û mercên heyî de mîna tevahiya gelan berpirsyariyên dîrokî dikeve ser milê gelê Suryanî jî û bi van gotinan bang li gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî hat kirin ku têkoşîn û berxwedanê xurtir bike:"Pêwîste gelê me, li dijî xeteriyan bi helwesteke biryardar, bi berxwedaneke erênî û bi parastina hebûna xwe li ser xaka xwe re nasnameya xwe temsîl bike û hêza xwe nîşan bide. Ji ber ku mîna berê em bêçare û bêhêz nînin. Bi pêşengiya têkoşîna me re em xwedî wê bawerî û vînê ne, ku deng û daxwazên xwe yên nayên qebûlkirin, rojekê bidin qebûlkirin."
ANF/STOCKHOLM