Meclisa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratik (KCD), têkildarî pêvajoyê daxuyaniyek nivîskî da û got: "Ji bo pêvajoya çareseriya demokratik û aştiyê zû pêş bikeve divê berî her tiştî şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan bên başkirin û Birêz Ocalan karibe xwe çalak tev li pêvajoyê bike. Divê derfet bê dayîn ku Ocalan karibe bi rayedarên PKK'ê, hêzên demokratîk û saziyên sivîl ên civakî re hevdîtin bike. Divê hevdîtin aşkere û zelal bên kirin."

Meclisa Daîmî ya KCD'ê têkildarî encama civîna xwe ya 9'ê Hezîranê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bi awayekî çalak karibe tev li pêvajoyê bibe. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Pêvajoya ku di Newroza 2013'an de hat destpêkirin û bi vekişîna HPG'ê berdewam dike divê pêvajoya çareseriya Kurd bê lezgînkirin. Divê, hikûmeta AKP'ê peyvira xwe bi cih bîne. Di vê pêvajoya ku Kurd ji bo çareseriyê gavan davêjin berpirsiyariyê hikûmetê zêde ne. Divê her kes ne li bendê be ku tenê PKK gavan bavêje. Ev bendewariya tenê ji Kurdan û tevgera Kurdan çareseriyê bi xwe re nîne. Heta niha ji ber ku ji aliyê hikûmetê ve tu guhertinen zagonî nehatine kirin pirsê di hişê mirovan de dihêle. Fikar û bêbaweriyê zêde dike. Divê bêyî ku li heviya mekqanûnê rawestin zagonên TCK'ê, TMK, û zagonên bendên hilbijartinê biguherinin. Dîsa divê zagonên azadiya ramanê û rêxistinkirinê bên guhertin û astengiyên li pêş azadiya raman û rêxistinbûnê bên rakirin. Divê pergala cerdevaniyê bê rakirn û zeviyên mayin bên paqijkirin. Divê hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Divê wêrankirina xwezayê, avakirina qereqolan bên rawestandin. Divê êdi bendav neyên avakirin."

'Divê Birêz Ocalan karibe çalak tevli pêvajoyê bibe'

KCD'ê di berdewama encamnameyê de xwest ji bo pevajo erênî pêş bikeve û pêvajoya aştiyane û demokratîk bi lezgîn pêş bikeve xwest şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên başkirin û wiha got: "Divê Birêz Abdullah Ocalan karibe çalak tev li pêvajoyê bibe. Şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan bên başkirin û Birêz Ocalan karibe xwe çalak tev li pêvajoyê bike. Divê derfet bê dayîn ku Ocalan karibe bi rayedarên PKK'ê, hêzên demokratîk û saziyên sivîl ên civakî re hevdîtin bike. Divê hevdîtin aşkere û zelal bên kirin. Divê Ocalan karibe bi hemû derdoran re bi hêzanî karibe têkeve nava diyalog û parvekirinê."
KCD'ê bang tevlêbûna konferansa 15-16'ê Hezîranê ku di pêşengiya KCD'ê de pêk bê kir û wiha got "Konferansa Yekîtî û Çareseriya Kurdistana Bakur ji bo yekîtî û demokratîkbûna gelê Kurd gelek girîn e. Ev firsendek dîrokî ye ji bo yekîtî û tifaqa gelê Kurd."
KCD'ê helwesta hikûmeta AKP'ê ya li hemberî Parka Geziyê jî rexne kir û anî ziman ku ev helwesta AKP'ê ya li hemberî çalakiyên sivil nayê qebûl kirin.
KCD'ê di encamnameyê de biryarên ku di meclisê de girtin jî wiha rêz kir: "Konferansa Çareseriyê û Yekîtiyê ya Kurdistana Bakur xwedî rolekî dîrokî ye. Em îlan dikin ku hevparên konferansê dê bibe vînek girîn. Bîranîna Şeyh Said a Hezîranê em dê bi rêxistinên Kurd ên din re bikin. Biryar hat girtin ku Komîsyona Hiqûqê û parêzer amadekariyên konferansê bikin."

DÎHA/AMED