Di civîna koma parlamenê ya HDP´ê hevserokê HDP´ê Selahettin Demirtaş peyivî. Demîrtaş nerazîbûneke tund nîşanî hewldana tasfiyeyê da û destnîşan kir, ku ew bêçare nînin. Demîrtaş got, “Parlamen ji aliyê gelan ve tên avakirin; eger gel bixwaze wê gelek parlamenan ava bike! Ev kom wê li cem gel be.”
‘AKP ji gel ditirse’
Demîrtaş got, “Bi qasî ku AKP/Qesr ji gel ditirse, ji tiştekî natirse. Di nava tirs û panîkê de ne ku protesto destpê bikin û gel dakeve meydanan. Ji ber ku hêza wan têra bêdengkirina îsyana heyî nekir, rabûn 15 hezar polîsên din wezîfedar kirin. Di demên bi vî rengî de, ku desthilatdarî ji zilmê ve zordariyeke bêsînor dike, di van deman de ku dîktatorî gav bi gav têk diçin, ji bo desthilatdariya xwe bi her awayî zextê li gel dikin.”
‘Kolan rewa ye, maf e’
Demîrtaş da xuyakirin, ku kolan rewa ye, qanûnî ye, maf e, legal e û got, “Demokrasî li kolanan hatiye qezenckirin. Berxwedan li dijî her kesê hewl bide vî mafî ji dest me bigire jî maf e. Parlamen bi tena serê xwe nikare demokrasiyê ava bike. Rêya rizgariya ji faşîzmê bi tenê parlamen nîne.”
Demîrtaş bal kişand ser şîdeta AKP’ê ya li parlamenê û got, “Ya ku hewl dan li parlamenê bikin, terora li kolanan dimeşîne. Divê mirov ti carî serî li ber van netewîne.”
‘Ji bo darbeyê derewan dikin’
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan got, “Vî şexsî di 7’ê Hezîranê de darbe pêk anî. Em jî hêza yekane ne ku dikarin pêşî li vê darbeyê bigirin. Heta ku HDP hebe ev darbe bi ser nakeve. Lê vê rastiyê bi vî rengî ji gel re nabêjin. Bêguman nabêjin ew destnedanê ji ber vê yekê radikin. Ji bo îqnakirina gel jî derewan dike. Di mijara derewan de serketî ne. Serokwezîrê stajyer di vê mijarê de zêde baş nîne. Dema derewan dike, yekser li rûyê wî dide der. Yê din maşeleh hostayê derewan e.”
‘Em ê destûrê nedin’
Demîrtaş bal kişand ser êrîşa li Meclîsê ya li hemberî parlamenterên HDP’ê û got, “Mesele ji xwe destnedan nîne, mesele pêvajoya darbeyê ye. Mîna ku duh di komîsyonê de karekî mezin kirine rabûne hevdu pîroz dikin. Bi qasî ku nebînin ev welat gav bi gav ber bi kendêl ve diçe, nezan bûne. AKP, CHP, MHP bi hev re tifaq kirine û hewl didin vê darbeyê mayînde bikin. Sê şaşitî bûne yek, hewl didin rastiyekê ji holê rakin. Navê vê tasfiyeya HDP’ê ye. Hewldana avêtina Kurdan û hemû cihêrengiyan ji parlamenê ye.”
Demîrtaş got, herçî doz û dozgerî ne, ew ê ti carî neçin dozgeriyan, polîs û dadgehan û weha dewam kir: “Eger hûn dixwazin bi zorê bibin, de fermo bibin. Pêvajo wê li gorî dilê we nemeşe. Ev parlamen malê bavê we nîne. Malê gel e. Em ê we hînî vê bikin.”
‘Ev kom li cem gel e’
Demîrtaş destnîşan kir ku parlamen vîna gel e û got, “Em ê vê derê biparêzin. Lê belê, eger hevalên me bên girtin, parlamenteriya me bê xistin, wê demê wê her alternatîf bikeve rojeva me. Parlamen ji aliyê gel ve tên avakirin; eger gel bixwaze wê gelek parlamenan ava bike. Ev kom wê li cem gel be, gel çi bixwaze wê wê bike. Li vir nebe, em bêçare nînin. Bila kes moralê xwe xera neke.”