Li navçeya Wêranşara Rihayê çalakiya Pêncşema Reş li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê ya li taxa Kişlayê hat lidar xistin. Cîgirê Şaredara Wêranşarê Mehmet Burun, Serokê BDP'a Wêranşarê Mahmut Kaya, nûnerên rêxistinên saziyên sivîl, xebatkarên şaredariyê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
Çalakiya Dêrika Çiyayê Maziyê jî li ber avahiya xizmetê ya Şaredariyê hat lidar xistin. Di çalakiya ku pankarta li ser, "Dest li vîna min nede" hatî nivîsandin de posteyê Şaredara Dêrika Çiyayê Maziyê Çaglar Demîrel hat vekriin.  Li navçeya Qosera Mêrdînê jî bi heman armancê çalakiya pêncşema reş hat lidar xistin. Cîgirê Şaredarê Qoserê Burhan Kurhan, Şemsettîn Sulhan, Leyla Salman, endamên meclîs û xebatkarên şaredariyê û gelek nûnerên rêxistinên saziyên sivîl jî tevlî çalakiyê bûn.  Xebatkarên Şaredariya Peyasê ji bo serbestberdana şaredarê Peyasê Zulkuf Karatekîn, cîgirê wî Sabahattîn Dînç û siyasetmedarên Kurd 126'emîn çalakiya xwe ya pêncşema reş lidar xistin. Xebatkarên şaredariyê û nûnerên rêxistinên saziyên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de banga tevlibûna mîtînga 14’ê tîrmehê hat kirin.
Li Êlihê jî çalakiya Pêncşema Reş di hefteya 127'an de li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê berdewam kir. Di çalakiyê de endamê Meclîsa BDP'ê Osman Ergin, endam û rêveberên BDP'ê yên Êlihê, Wekilê Şaredarê Êlihê Serhat Temel Parlementera Ewropayê ya berê Feleknas Uca û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn.
Li Wanê jî nûnerên saziyên sivîl ên girêdayî DÎSK'ê rêveberên BDP'ê li ber avahiya Şaredariyê girtina şaredar û siyasetmedarên Kurd şermezar kirin. Koma ku li ber Garaja Şaredariyê li hev kom bû, heta avahiya Şaredariyê meşiyan. Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jî ji bo şermezarkirina girtina Şaredar Murat Durmaz çalakiya bêdeng hate lidarxistin. 

AMED