Li Başûrê Kurdistanê li ser hebûna gerîla ji bo parastina xaka Kurdistanê û dewra wan di operasyona rizgarkirina Mûsilê de tê minaqeşekirin. Siyasetmedar Dr. Mehmûd Kiyanî hebûna gerîla li Başûrê Kurdistanê weke misogeriya ewlehiyê dinirxîne, endamê Rêveberiya YNK’ê Osman Banîmaranî jî îşaret pê dike ku YBŞ hêzek e ku divê were destekkirin.

Parlamenterê Berê yê Iraqê û Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Dr. Mehmûd Kiyanî diyar kir ku beşdarbûna gerîla di operasyona Mûsilê de û mayîna wan ya li Şengalê misogeriya ewlehiyê ye; bi vê jî Kiyanî beşdarbûna gerîla girîng nirxnad. 

Parlamenterê Berê yê Iraqê û Siyetmedarê Başûrê Kurdistanê Dr. Mehmûd Kiyanî li ser girîngiya beşdarbûna gerîlayên HPG û YJA Starê ya di operasyona Mûsilê de û hebûna wan ya li Şengalê ji RojNews re axivî û diyar kir ku beşbarbûna gerîla girîng e û wiha peyivî: "Pêwîst e ku gelê Kurd stratejiyeke neteweyî hebe û bîreke neteweyî hebe. Tişta ku niha li Başûrê Kurdistanê heye, tenê şerê mayîna li ser desthildariyê ye û bi vê yekê jî pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin."

 

'Tirkiye li Başûr bi rolekî nerênî radibe'

Kiyanî got, di nava pirsgikên Başûrê Kurdistanê de Tirkiye bi rolekî nerênî radibe û li ser tesîrên wê yên li Kurdistanê jî wiha dewam kir: "Li ser dahatûya xwe dihizirin, lê eger ev yek dewam bike, wê bibe sedemê parçekirina neteweyî."

 

'Di şerê Mûsilê de gerîla girîng e'

Kiyanî destnîşan kir ku eger Kurd hêzên xwe bikin yek wê zêdetir bi bandor bibin û wiha peyivî: "Beşdarbûna gerîla di şerê li dijî DAIŞ'ê de, di heman demê de êrîşên wan yên li ser çeteyên DAIŞ'ê, yên li Başûrê Kurdistanê, bi taybet di wê demê de ku berpirsên hizbî baregehên xwe bi cih dihiştin, girîng bû. Li Mexmûrê gerîla pêşî li DAIŞ'ê girt û ew da rawestandin."

Kiyanî diyar kir ku beşdarbûna gerîla di operasyona rizgarkirina Mûsilê de  û mayîna wan ya li Şengalê misogerkirina ewlehiyê ye û li dijî çeteyên DAIŞ'ê ye û weke hêzeke bi bandor nirxand. Dr. Mehmûd Kiyanî herî dawî got; "Divê sînorên Başûrê Kurdistanê bigihêjin Rojavayê Kurdistanê, ji bo stratejiya leşkerî û bazirganiyê. Ev yek jî sedemek e ji bo yekgirtina neteweyî."


‘YBŞ’ê ji bo parastina Şengalê girîng e’

Li aliyê din endamê Rêveberiya YNK’ê Osman Banîmaranî diyar kir ku dema DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir ti hêzek nebû ku bi hewara Êzidiyan ve biçe, ji bo wê jî çêbûna YBŞ’ê ji bo parastina Şengalê girîng e. 

Endamê Rêveberî û serokê berê yê koma YNK’ê li parlamena Herêma Kurdistanê, Osman Banîmaranî ji RojNews re axivî û helwêsta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li ser hebûna YBŞ’ê wiha rave kir: “Helwêsta me di destpêkê de diyar bû. Yekîneyên Berxwedana Şengalê hêzek nû ye û cihê kêfxweşiyê ye ku parastina navçeyeke Kurdistanê dike. Kurdistan yek e û divê ji bo rakirina sînorê di navbera Kurdistanê de hewl bê dayîn.”

 

Xeyala sedsalan "Yekîtî"

Osman Banîmaranî der barê yekîtiya hêzên Kurdî de jî got, "Ev xeyala sedsalan a gelê Kurd e ku em yek bin û bi hewara hevdu ve biçin. Ji ber ku di vê demê de ji her tiştî zêdetir pêwîstiya me bi yekîtiyê heye. Li gorî berjewendiyên partiya xwe tevgerîn zirarê li mafê neteweyî yê gelê Kurd dike.”

Banîmaranî bal kişand ser rola YBŞ’ê û girîngiya avabûna wê û got: “Dema Şengal rastî êrîşa DAIŞ’ê hat û birayên me yên Êzîdî rastî komkujiyê hatin. Ti hêzê ew neparastin û bi hewara wan ve neçû. Ji bo wê jî çêbûna hêza YBŞ’ê ji bo parastina Şengalê gelekî girîng e. Em li şûna ku pêşiya wan bigirin divê spasiya wan bikin.”


Opersayona Mûsilê û Kurd 

Banîmaranî behsa girîngiya beşdarbûna hêzên Kurdî di operasyona rizgarkirina Mûsilê de jî kir û got,  “Zêdetir ji sedî 30´ê welatiyên Mûsilê Kurd in. Bi nêrîna min beşdarbûna Kurdan di operasyonê de û yekbûna wan girîng e. Ji bo ku dewra me di paşeroja Mûsilê de hebe. Divê Kurd xwe xwediyê Mûsilê bibîne û beşdarî operasyona rizgarkirinê bibe.” 


 ROJNEWS/HEWLER