Koma bi navê Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan, ragihand ku tîmên wê helîkoptera 11'ê Sibatê li Stenbol/Çekmekoyê ketî xwarê, xistiye. Komê got, çalakî li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin.
Helîkoptera eskerî ya artêşa Tirk 11'ê Sibatê li Stenbol/Çekmekoyê li taxa Kîrazliyê ketibû xwarê. Hingê rayedarên dewleta Tirk îdîa kiribû ku helîkopter ji ber qezayê ketiye û eşkere kiribûn ku di encamê de serpel ê pîlot Umît Ozer, serpel Semîh Ozcan, serbaz ê çawişê pispor Îlyas Kaya û serbaz ê çawişê pispor Yakûp Avşar mirine.
Komê da znaîn ku tîmên wê helîkopter bi çalakiyeke taybet aniye xwarê û li ser mijarê ev agahî dan: "Droneyek li perwaneya helîkopterê hate xistin û helîkopter bi vî rengî hate xistin. Di encama vê çalakiyê de du serpel û du berbaz hatin kuştin. Çalakî ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê û li dijî tecrîdkirina Rêber Apo hatiye kirin."
NAVENDA NÛÇEYAN