Heyet ji aliyê hevserokên KCD'ê û endamên diwana KCD'ê ve hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de li ser navê heyetê endamê YNK'ê Salar Mahmud axivî û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî başûrê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku DAIŞ rêxistinekî li dijî îslamê û mirovahiyê ye. Mahmud anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê tu caran bi êrîşên li Kurdistanê pêk tînin sernakevin û li Kobanê û Şengalê hêzên kurd tenê ji bo kurdan ne ji bo hemû mirovahiyê şer kirin. Mahmood da zanîn ku Kurdistan welatê mirovahiyê ye û kurd bi têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dan meşandin ji hemû cîhanê re bûn mînak.
Kurd di riya yekîtiyê de pêşdikevin
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî diyar kir ku ziyareta heyeta başûrê Kurdistanê gelek girîng e. Irmak anî ziman ku gelê kurd bi têkoşîna didin sînorên sûnî hilweşandin. Irmak got: "Di navbera kurdan de di sedsala 21'emîn de yekîtiyekî girîng pêk hat. Ev yekîtî bi têkoşîna li Kobanê û Şengalê hatî dayîn pêk hat."
Piştî axaftinê heyetê plaket da Hevserokên KCD'ê Irmak û Dîcle. Piştre hevdîtin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Piştî hevdîtinan heyet ji KCD'ê derket û derbasî Rêxistina DBP'ê ya Amedê bû. Heyet bi hevserokên HDP û DBP'ê re hevdîtin kir.
'Hevdîtin wê bidomin'
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle piştî hevdîtina bi heyetê re ji çapemeniyê re axivî. Dîcle da zanîn ku hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirkiyeyê Rojava ji xwe re weke gef dîtin şaş e.
Dîcle bilêv kir ku dê hemû ciwanên kurd di înşaya Kobanê de cih bigirin û divê hikûmeta AKP'ê korîdora alikariyan veke. Dîcle têkildarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê di Newrozê de peyamekê bide an na jî wiha got: "Têkildarî pêvajoya çareseriyê de ji bo di Newrozê de peyamek bê dayîn kedek heye. Em nizanin ka dê bigihêjê yan na. Ev girêdayî seyra hevdîtinan e."
DÎHA/AMED