
Li wargeh Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi beşdarbûna sedan kesî li Akademiya Şehid Ferhat Kurtay ji aliyê Koma Şanoya Çiyan ve şanoya bi navê ‘Hêviya Rengan’ hate pêşkêşkirin.
Koma Şanoya Çiyan pêr êvarê li Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay a li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) lîstika xwe ya Şanoyê ya bi navê ‘Hêviya Rengan’ pêşan da. Bi dehan şêniyên wargehê li şanoyê temaşe kir. Têkildarî naverok û armanca şanoyê endamên Koma Şanoya Çiyan Harûn Amed û Aryan Mezlum jî gotin bi pêşandana vê şanoyê ew gihiştine armanca xwe.
Bi rengan barhilgiriya hêvî û hestan
Endamê Koma Şanoya Çiyan, Harûn Amed têkildarî naveroka şanoyê got; “Navê şanoya me Hêviya Rengan e. Di vê şanoyê de me xwest hêviyên xwe bi rêya rengan û rêya hestên cuda bigihînin temeşevanên şanoyê. Em ji bo tevlî Mihrîcana Çand û Hûnerê ya Şehîd Bêrîtan bibîn, hatibûn vir. Lê ji ber şert û mercên ewlehiyê ne gûncaw bûn, mîhrîcan nahate lidarxistin. Lê dîsa jî me şanoya xwe di 3 beşan de ji bo gel pêşkêş kir. Ez di wê baweriyê de me ku em gihan armanca xwe. Ji aliyê gel ve ji bi erênî hate ditin. Ev ji hêz dide me ku em di pêşe rojê de hin karê xwe xurtir bikin."
Mirovbi hêviyên xwe dijî
Endama Koma Şanoya Çiyan, Aryan Mezlum jî dibêje,“Ev çar sal in ku ez karê şanoyê dikim. Li ser şanoyê dikarim bibêjim, armanca me ya sereke ew e ku bi rêya rengan hêviyên xwe bigihînin temeşevanan. Her mirov dikare bi hêviyên xwe bijî, lê hinek mirov bi hêviya xeyalan dijî. Mirov divê bi armancan hebe, bê armanc mirov nagihîjexeyalên xwe.” Ango Aryan Mazlûm ji bilî kirinê, armancekê jî weke şert datîne pêşiya pêkhatina miradan.
ORHAN ALKURD / ŞOREŞ BENEK / ROJNEWS / MEXMÛR