Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, li gel biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî bernedana wekîlên Kurd weke "Encama hiqûq û polîtîkayeke taybet a li hemberî Kurdan" nirxand. Daxuyaniya KCK'ê wiha ye: "Li Tirkiyê, li dijî Kurdan careke din hiqûqeke taybet a mêtingehiyê hat meşandin. Di encama vê de 6 parlamenter, li gel biryara dadgeha destûra bingehîn jî li zîndanan tên ragirtin. Ev rastî gelekî baş nîşan dide ku çima bi hezaran girtiyên siyasî li zîndanane. Di serî de Parlamenter û Şaredar, bi hezaran siyasetmedar li zîndanan dîl tên girtin. Ji ber ku ti sedem nînin ku li zîndanê bên ragirtin. Eger bi qanûnên xwedî karektera faşîst ceza bên dayîn jî, ji ber dema dirêj a ragirtinê divê werin berdan."


´90 salin înkar didome´

Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku li Tikriyê ev 90 sal in li hemberî Kurdan hiqûqa mêtingehî ya qirkirina çandê tê meşandin û ev rastî ji aliyê Tirkiyê û tevahiya cîhanê ve tê zanîn. Daxuyaniya KCK´ê wiha dewam dike; "Kurdên ku li hemberî polîtîkayên qirkirina çandê, nasnameya xwe red nakin û mafên xwe yên xwezayî dixwazin, sûcdar têne dîtin. Di tevahiya dîroka Komarê de komkujî, darvekirin û girtin bi armanca biserxistina polîtîkayên mêtingehî yên qirkirina çandî hatine kirin. Yên li dijî vê polîtîkayê derketine, rastî komkujî, zext, zilm, darvekirin û zîndanan hatine. Îro li Kurdistanê, beşeke mezin a Kurdên li hemberî polîtîkayên mêtingehî yên qirkirina çandî yên dewleta Tirk derketine, di zîndanan de mane. Hema bêje Kurdekî di zîndanê de nehatiye ragirtin nîne. Ji her malê çend kes di zîndanê de mane, yan jî dimînin. Kurd îro li cîhanê xwedî wê rekorê ye ku herî zêde ji ber sedemên siyasî di zîndanê de maye. Ev rewş karektera dewleta Tirk a li hemberî Kurdan nîşan dide."

´Qanûnên taybet derxistin´

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê bibîrdixe ku dewleta Tirk a li hemberî Kurdan hiqûqa mêtingehî ya taybet dimeşîne, beriya her tiştî li hemberî Rêberê Gelê Kurd hiqûqeke taybet dimeşîne qanûnên ji bo yekkesî ku li ti devera cîhanê nehatiye dîtin hatine derxistin. KCK´ê girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêkanînên taybet yên li hemberî parlamenteran û girtina bi hezaran siyasetmedaran bibîrxist û bibîrxist ku ev nêzîkatî û zîhniyeta qirkirina çandî ya li Tirkiyeyê nîşan dide. KCK´ê wiha got; Di dema hikûmeta AKP’ê de bi sedan kurd hatin qetilkirin û kujerên wan nehatin dîtin û darizandin. Ligel vê di demên dawî de sê kurd li Geverê hatin qetilkirin. Nedîtina kujerên van kurdan jî ji ber hiqûqa mêtîngere. Hemû aliyên hiqûqnas û demokratîk dibêjin ku divê 6 parlamenterên kurd serbest bên berdan. Parlamenterên CHP’ê Mustafa Balbay hat berdan. Ligel vê parlamenterên kurdan di zindanan de tên girtin û ev jî encama hiqûq û polîtîkaya taybet ya li hemberî kurdane. AKP ji vê rewşê berpirse. AKP hewl dide berpirsyariya xwe bide ser milê hinek kesên din. Hikûmeta ku hewcedariyên hiqûqê neyne cih ya dê îstîfa bike an jî divê tiştên pêwist bîne cih."

´Li dijî Kurdan yekin´

KCK bibîrxist ku girtina bi hezaran siyasetmedarên kurd bi hevkariya AKP-Cemaatê pêk hatiye, di mijarên din de her çiqas cuda bifikirin jî, hevkariya wan ya li dijî kurdan didome. Daxuyanî wiha bidawî dibe; "Di 14’ê Nîsana 2009’an de  dest pêkirin û bi hezaran siyasetmedarên kurd ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatin girtin. AKP ji bo parlamenteran di zindanan de bihêle hezar hincetî derdixe. Ger ku hikûmeta AKP’ê dibêje ez di çaresriya pirsgirêka kurd de samimî me divê di serî de hemû parlamenter û şaredaran, hemû girtiyên siyasî yên kurd bede. Eger bixwazin di nava çen saetan de hemû qanûnan dikarin biguherînin. Hikûmeta AKP’ê bi salane li dijî kurdan cotstandartiyê dike û hiqûka taybet dimeşîne. Pêwîste gelê kurd dakeve qadan û li parlamenterên xwe xwedî derkeve û durutiya AKP’ê derxin ber çavan.

 BEHDÎNAN