Konservatuwara Aram Tîgran yek ji saziyên bingehîn ên çandî ye li Amedê. Konservatuwar dest bi xebatên xwe yên sezona nû kir. Konservatuwara Aram Tîgran her sal Tebaxê miracaetan ji bo perwerdehiya hunerî qebûl dike. Perwerdehî di beşên hunerê yên sînema, şano, muzîk, wêne û govendê de tên dayîn. Miracaetên xwendekaran 15'ê Tebaxê de destpê kir û dê heta 15'ê îlonê dewam bikin. Perwerdehî îsal 5'ê Cotmehê destpê dike. 

Di konservatuwarê de beşa mezinan û ya zarokan heye. Beşa mezinan xwendekarên temenê wan di navbera 15-28 salî de dipejirîne. Yek ji pîvanên konservatuwarê jî ew e ku divê xwendekar bi Kurdî (Kurmancî yan jî Dimilkî) zanibin. Rojên perwerdehiyê ji duşemê heta înê di navbera saet 08:00 û 15:00'an de ye. Ji bo beşên wêne, şano,sînema û govendê perwerdehî 2 salan dewam dike û divê xwendekar tevlî hemû dersan bibin. Beşa muzîkê jî 3 salan dewam dike û di vê beşê de jî berdewamiya dersan esas e. 


'Divê hemû enerjiya xwe bidin hunerê'

Ji mamosteyên Konservatuwara Aram Tîgran, Şêrko Kanîwar, derbarê pîvan û rêbazên konservatuarê de axivî. Kanîwar diyar kir ku berê hefteyê 3 rojan êvaran û dawiya hefteyê ders didan. Kanîwar got, îsal pergala wan a perwerdehiyê guheriye û wiha axivî: "Ji bo mezinan hemû rojên hefteyê dê ders bên dayîn. Ji ber ku em êdî li kesên ku bibin kadroyên akedemiyê digerin. Kesên ku hemû dem û enerjiya xwe bidin hûnerê." 

Perwerdehiya beşa zarokan jî dawiya hefteyê ye. Bi awayekî fermî dersa muzîkê û carnan jî perwerdehiya drama wê hebe. Di heman demê de Konservatuwara Aram Tîgran îsal pêngaveke giring ji bo beşa zarokan jî avêt. Her sal zarokên ku temenê wan di navbera 6-7 salan de miracaet dikirin. Lê îsal zarokên 3 salî jî dikarin tevlî perwerdehiya konservatuwarê bibin. Li gorî vê, temenê xwendekaran di navbera 3-14 salan de ye. Zarokên 3-4-5 salî 8 mehan û yên 6-14 salî jî wê 6 salan perwerdehiyê bibînin. 


'Di kesayetê de çanda Kurdî'

Kanîwar diyar kir ku îsal zarokên 3 salî wê bên pejirandin, ji ber ku di gelan de bişaftina çandî di temenê biçûk de çêdibe û wiha axivî: "Em dixwazin zarokan di temenê biçûk de fêrî çand û zimanê wan bikin. Bila zarokên me di temenê biçûk de dengê Meryemxan, Şakiro û stranên gelerî yên Kurdî bibihîsin. Bila di kesayeta zarokên me de çanda Kurdî bê çandin. Ji ber ku sîstema kapîtalîst bi TV û înternetê dikeve mejiyê zarokan." Kanîwar destnîşan kir ku ew bi şertekî zarokan digirin û got: "Zarokên ku tên cem me divê neçin AVM'yan (Navendên kirîn û firotinê). Zarokên ku tên cem me divê biçin saziyên çandî yên ku çanda Kurdî ya gelerî li wan heye. Em dixwazin çanda Kurdî di kesayeta nifşê nû de biçînin." 

Kanîwar got, ji ber zêdebûna miracaetan, ew 5 rojan dersên ceribandinê didin xwendekaran û wiha axivî: "Piştî 5 rojan em dinihêrin ku cewherê fêrbûnê bi kî re heye û em li gorî wê xwendekaran hildibijêrin." Kanîwar diyar kir ku zarokên neyên hilbijartin jî dikarin tevlî koma ritmên xwezayî bibin û wiha dewam kir: "Piştî perwerdehiyê zarokên ku tevlî koma ritmên xwezayî dibin, konserekê ji malbatên xwe re didin." 

Kanîwar bang li ciwan û malbatan kir da ku miracaetî Konservatuwara Aram Tîgran bikin û got: "Pêwîstiya Kurdistanê bi zanîgehên hunerê yên dewletê nîne. Werin beşê hûnerê yê bi dilê we li dibistanên xwe bi çanda xwe û bi zimanê xwe fêr bibin." 


 DÎHA / AMED