Navborî ameje bi wê yekê jî kir ku her du welat dê bo jinavbirina grûpên leşkerî yên di navçeyên sînor yên di navbera her du welatan de, arîkariya hevdu dikin.
Hisênî da zanîn ku Îran dê topbarana navçeyên sînor yên herêma Kurdistanê bidomine û got; “Berevanîkirin li axa Îranê mafeke meşrû ya me ye”.
Berdevkê Artêşa Amerîkayê yê Iraqê General Jeffrey Buchanan duşema bori di daxuyaniyekê de got; “Eger arîşeyek heye pêwîst e Îran digel Hikûmeta Iraqê de çareserî bike. Îran nikarî topbarana navçeyên sînor yên herêma Kurdistanê bike. Eger hikûmeta Iraqê daxwaz ji me bike ji bo ku em di nav wan navçeyan de bi cih bibin, em bo wê yekê amade ne”.
Ji ber topbaranên Îranê yên vêd dawiyê heta niha zêdetirî ji 35 gundên herêma Kurdistanê hatine valakirin û nêzîkî 400 malbat jî koçber bûne.
Her wiha ji ber wan topbaranan 11 hemwelatiyên sivîl birîndar bûne û 3 hemwelatî jî canê xwe ji dest dane.

Şîrketên Îranê li Herêmê bê destûr kar dikin
Ji aliyekî din ve Rêveberê Asayîşa Giştî yê Herêma Kurdistanê Îsmet Erkuşî ragihand ku rêveberiya wan jimarek ji wan şîrketên Îranê yên ku bi bê destûra resmî li Herêmê kar dikin haydar kiriye ku pêwîst e şîrketên xwe dabixin û got; “Me 48 seat daye jimarek şîrketên Îranê bo daxistina şîrketên xwe li Herêma Kurdistanê”.
Ertuşî derbarê sedemên wê biryarê de jî got; “Heta niha hinek şîrketên Îranê yên ku li herêma Kurdistanê kar dikin destûra resmî wernegirtine me jî ji bo wê yekê ew şîrket haydar kirine ku pêwîst e şîrketên xwe dabixînin”.
Navborî got; “Ew mîjar çi têkilî bi bombardûmanên Îranê re nîne”.  

Di vê mîjarê de berpirsekî bilind yê li Balyozxaneya Îranê yê li Iraqê di daxuyaniyeke rojnamevanî de dabû zanîn ku Rêveberiya Asayîşa Parêzgeha Hewlêrê jimarek şîrketên Îranê haydar kiriye ku divê di nav 48 seatan de şîrketên xwe dabixin û sedema wê jî bo fîşarxistina ser Îranê ye da ku topbaranên navçeyên sînor yên herêma Kurdistanê rabigire.

HEWLÊR





Tariq Haşimî: 'Êrîşên Îranê destdirêjiya li ser serweriya Iraqê ye'

Cîgirê Serokomarê Iraqê Tariq Haşimî ragihand, topbarankirina sînorê Herêma Kurdistanê destdirêjiyeke bo ser serweriya Iraqê.
Tariq Haşimî di hevpevînekê de digel rojnameya el-Heyat a erebî ku pêr hatiye weşandin got, “Hewlesta Hikûmeta Iraqê li hember topbarankirina sînorên Herêma Kurdistanê ji hêla Îranê ve, cihê bêhêvîbûnê ye.” Haşimî axaftina xwe wiha domand, “Topbarankirina xaka Iraqê li Kurdistanê, destdirêjiye bo ser serweriya Iraqê, min ev yek bi aşkere şermezar kiriye û min di civîna xwe ya dawî digel balyozê Îran li Bexdayê de, daxwaz jê kir ku wê topbaranê rawestînin.” Haşimî tevî got ew dilgiariya Îranê li hember êrîşên ku ji xaka Iraqê dijî wê tên kirin, fam dike, lê da zanîn ku topbaran bê bihne ye.
Cîgirê Serokomarê Iraqê, hewlesta Hikûmeta Iraqê li hember topbarankirina navçeyên sînorî ji hêla Îranê ve, rexne kir û got, “Bêdengiya hikûmetê, bê hêvîbûnek li ba medya û raya giştî ya Iraqê, çê kir.”


Erif Teyfor:'Êdî topbarankirin bes e'

Cîgirê serokê parlamentoya Iraqê Erif Teyfor ragihand ku dê peywendiyên xwe digel Îranê bihêztir bikin. Her weha di dema pêşwazî kirina balyozê Îranê yê Bexdadê, Hesen Denanî Fer de, Teyfor ji wî daxwaza rawestandina topbaranan li dijî sînorên Herêma Kurdistanê û xelkê sivîl kir û ew topbarana bûye sedema ziyaneke mezin ji bo xelkê wê navçeyê.

Erif Teyfor da zanîn ku pêwîst e ku hikûmeta Îranê careke din ava Elwendê ya Xaniqînê berde ji ber ku rewşa jiyanî ya xelkê navçeyê her diçe xiraptir dibe.

BEXDA