
Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî Tirkiyeyê hişyar kir ku xwe têkelê karên navxweyî yên Iraqê nebe û got; “Tirkiye rola herêmê ber bi karesat û şerê navxweyî ve bibe, girtiye. Lê dê Tirkiye bi xwe di encama vê yekê de zirar bike.” Ev gotinên Malikî di çapemeniya Tirk de li rastî heqaret û nerazîbûnên tund hat.
'Rola Tirkiye û Îranê xetere ye'
Piştî Malikî Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Mehmûd Osman, ji PNA’yê re daxuyaniyên rayedarên Tirk ên der barê pirsgirêkên navxweyî yên Iraqê de nirxand û got, “Tirkiye hewl dide ku xwe bike berpirsê hemû Suniyan”
Osman destnîşan kir ku Tirkiye bi aşkereyî piştgirî dide Erebên Sunî yên Iraqê û got; “Tirkiye daxuyaniyên wisa dide ku dibêjin qey Iraq wilayetek a Osmaniyan e.” Osman destnîşan kir ku ew naxwazin rola Tirkiye û Îranê li Iraqê zêde bibe, ji ber ku ev yek ji bo Kurdan metirsîdar e.
Tirkiye û qeter tewarbar kirin
Ji pêşengên Dewleta Qanûnî yanî lîsta Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî Malkî, Îzet Şabender jî beriya niha ragihandibû ku Bexda jî dikare destê xwe têxe karûbarên navxweyî yên Tirkiyeyê. Di heman demê de pêşengek din ê Dewleta Qanûnî Yasîn Mecîd got; “Iraq wilayetek a Osmanî nîne fermanê ji wan bigire.”
Şabender Tirkiye û Qeter jî tewanbar kirin û anî ziman ku, Tirkiye û Qeter piştgiriyê didin kûrkirina pirsgirêkên nava Iraqê. Şabender di berdewamiya axaftina xwe de diyarkir ku, axaftinên Erdogan ên di derbarê Iraqê de tê wateya veşartina pirsgirêkên navxweyî û binketina siyaseta wan a derve.
Yasîn Mecid ji Wezîrê Derve yê Iraqê xwest da ku bang li Balyozê Tirkiyeyê li Bexdayê bike û noteke nerazîbûnê der barê daxûyaniyên Erdogan li ser Iraqê, pêşkêş bike û destnîşan kir ku, Iraq Wilayetekî Osamanî nîne daku ji Babulaliye ferman bigire.
Daxuyaniyên Malîkî
Serokzezîrê Iraqê Nûrî El Malikî nerazîbûnek tund nîşanî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk ên der barê Iraqê de da. Malikî ji televîzyona el Hurra re axivî û hişyariya “Xwe têkelê karê me neke” da Erdogan. Malikî got; “Me nedizanî ku dê Tirkiye bi vî awayî destweredana Iraqê bike. Em bi tu awayî destûr nadin ku xwe têkelê karên navxweyî yên Iraqê bikin.” Nûrî el Malikî Tirkiyeyê hişyar kir ku xwe têkelê karên navxweyî yên Iraqê nebe û got; “Tirkiye rola herêmê ber bi karesat û şerê navxweyî ve bibe, girtiye. Lê dê Tirkiye bi xwe di encama vê yekê de zirar bike.”
Di êrîşên li Iraqê de tiliya Tirkiyeyê
Bersucê ku der barê Tariq Haşimî de îfade dabû, da diyarkirin ku bombe û çekên bi bêdengker, bi rêya Midûrê Nivîsgeha Taybet a Haşimî, Ahmet Kahtan ve gihiştine wan û îdîa kir ku wî ji bo kuştina kesê bi navê Îhsan Ahmed fermana ji Midûrê Nivîsgeha Haşimî wergiriye. Bersuc got; “Yek ji peywirên ku wana dane mine w bû ez peywirdarê Wezareta Derve en-Nasur Meydanî bi çekên bêdengker bikujim. Me çek ji midûrê nivîsgeha Tariq Haşimî girtiye.”
Bersuc da diyarkirin ku Tariq Haşimî ji sala 2009 ve gef li malbata wî dixwe û peywirên metirsîdar bi wî didin kirin. Her wiha, bersuc da diyarkirin ku bi wî şandine Tirkiyeyê û 25 rojan li wir perwerdehiya leşkerî dîtiye.
ANF/BEXDA