Parlamenterê BDP'ê yê Êlihê Bengîn Yildiz diyar kir ku îstîfakirina fermandaran ji bo Tirkiyeyê pêvgaveke baş nîşan dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tê xuyakirin ku hêj di TSK'yê ce mekanîzmayeke ku berxwe dide heye û li hemberî îradeya sivîl jî berxwe dide. Em êdî dibînin ku li Tirkiyeyê hêdî hêdî leşker asta xwe hîn dikin. Ev rewş jî kêfxweşiyek e."

'Îstifa di cih de ye'
Parlamentera Sêrtê Gulten Kişanak, diyar kir ku îstîfayên serfermandaran di cih deye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di pergalên demokratîk de îstîfa kirin mekanîzmayeke gelek girîng e. Lê mixabin di nav siyaseta niha de ev tişt pêk aneyê. Ji ber ku li Tirkiyeyê pir îstîfa nayê kirin nêzbûna bi guman derdikeve holê. Generalên ku bi sedemên darbeyê dihatin darizandin, hêj nîqaşên terfî û doz nehatî kirin îstîfa kirin û ev tişt girîng e. Darbe îdiayeke girîng e. Îstîfayên van wekî bertek û helwestek naxwazim binirxinim, li gorî min îtham û îdiayên girîng hene û her wiha cihê ku kar dikin di pirsgirêkên ji heye. Divê vesayeta leşkerî ji holê bê rakirin."

'Demokrasiya sivîl'
Serokê Grûba BDP'ê Selahatîn Demîrtaş, da zanîn ku îstîfakirina fermandaran li Tirkiyeyê bandorek nekir. Demîrtaş wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema li Tirkiyeyê general û fermandarên leşkeriyê îstîfa dikin krîzek dernakeve holê. Lê îstîfakirina fermandaran nayê wateya pêşketina demokrasiya sivîl. Îdiayên wekî doza Ergenekon û darbe heye. Ev îdiayên girîng in. Heke tiştek wisa hebe divê bên cezakirin. Em tucarî alîgirê darbeyê nîn in ji ber ku sûceke mezin e. Divê ev mijar bê lêkolînkirin. Li vir sekna AKP'ê na sekna gel û daxwazên gel ên demokratîk girîng e. Her wiha divê serokwezîr ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên berbiçav bavêje. Dîsa 30 sal in li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd heye û Arteşa Tirk li hemberî PKK'ê têkoşînek dide. Lê ev tişt nîşan da ku Arteşa Tirk li hemberî PKK'ê serkeftinek bi destnexist. Ev tişt tê wateya fatureya têkçûnê ji fermandaran hate derxistin."

DÎHA/AMED