1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di heman demê de roja Dayîkên Aştiyê ya hatin cem hev e. Dayîkên Aştiyê di 12'emîn salvegera xwe de dîsa dê li qadan bin. Dayîkên Aştiyê yên Stenbolê dê di 1'ê Îlonê de li Qada Kadikoyê tevlî mitîngê bibin.
'Ez aştiyê dixwazim'
Dayîka Aştiyê Rahîme Înce, têkildarî mijarê de axivî û wiha got: "Em dibêjin bila ne leşker ne jî gerîla jiyana xwe ji dest bidin û tu dayîk negirîn. Dê bi çekan heta ku biçin. Armanca me ya herî mezin aştî ye. Em dê ji bo aştiyê bicih her derê û tenê bila xwîn bê rawestandin. Gotinên me yên aştiyê tên astengkirin. Dayîk, bira û zarokên biçûk rastî lêdana bi copan tên, tên girtin. Lê gelê Kurd bi girtanan xelas nabe. Rojnameger, parêzer, ciwan û şaredariyan çi kiribû? Hemû kesên aştiyê dixwazin di girtîgehê de ne. Bi kuştinan re nagihijin tu cihan. Heke Birêz Abdullah Ocalan biaxive dê aştî bê. Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye."
Dayîka Aştiyê Gulperî Doner jî wiha got: "Em li hemberî vê dewletê gelek bi hêrs in. Ji ber ku nasname û çanda me tuneye. Gelê me di nav şer de ye. Zarokên me derve di nav gunana de dijîn." Doner, bang li serokwezîr, serokomar û serfermandar jî wiha kir: "Li kîjan welatî şer çêbibe dawiya wê aştî ye. 30 saliln vî şerî dimeşînin û 100 salî jî derbas bibin dê bi aştiyê çareser bibe. Êdî bila gel rabin ser piya. Heke serokomar, serokwezîr û serfermandar zarokên xwe bişînin leşkeriyê em jî dê wê demê bêjin hûn mafdar in û em jî dê zarokên xwe bîşin leşkeriyê. Zarokên xwe dişînin welatên biyaniyan û zarokên kesên xizan rêdikin şer. Dayîkên Kurd çawa zarokên xwe hembêz dikin wisa zarokên dijminê xwe jî hembêz dikin. Divê hemû dayîk weke dayîkên Roboskiyê li ser piyan bin da ku aştî pêk bê."
DÎHA/STENBOL