“Komploya di şexsê Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan de pêk hat, li dijî azadî, yekîtî û demokratîkbûna gelê kurd, tirk û rojhilata navîn pêk hatiye. Tugluk ji bo Ocalan azad bibe banga raperînên xurt li gel kir.
Hevseroka KCD'ê û Parlementera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk, der barê 9'ê Cotmehê ku Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan ji Tirkiyeyê hate derxistin daxuyaniyek nvîskî da. Tugluk, diyar kir ku 9'ê Cotmehê di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li dijî azadî û yekîtiya demokratîk a gelê kurd, tirk û Rojhilata Navîn pêk hatiye û wiha got: "Xwestin bi vê komployê têkoşîna kurdan bi terbiye bikin û naveroka wê vala bikin. Xwestin siyaseta Rojhilata Navîn ji nû ve ava bikin. Ji bo hêzên navneteweyî Rojhilata Navîn li gorî xwe bi teşe bikin û têxin bin kontrola xwe komploya 9'ê Cotmehê pêk anîn. Ji ber vê yekê komploya di şexsê Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan de pêk hat, li dijî azadî, yekîtî û demokratîkbûna gelê kurd, tirk û rojhilata navîn pêk hatiye. Xwestin Rojhilata Navîn têxin bin kontrola xwe. Brêz Abdullah Ocalan ji Sûriyê derxistin û teslîmî Tirkiyeyê kirin. Bi vê yekê xwestin şerê kurt û tirkan ên 100 salan berdewam bike vekin.
Tugluk, destnîşan kir ku Ocalan bi helwest û sekna xwe komploya li hemberî xwe û rojhilata navîn vala derxist û wiha berdewam kir: "birêz Ocalan, bi berxewdana li Îmraliyê bi înat ji bo aştî, demokrasiyê di ber xwe da. Bi helwest û berxwedana xwe lîstika di sedsala 21'an de li hemberî gelê kurd hate meşandin vala derxist. Bi israra aştiyê li pêşiya şerê di navbera kurd û tirk girt. Bi pratîka xwe ya li Îmraliyê pêvajoya komployê vala derxist. Dîsa Brêz Ocalan, bi projeya 'Demokratik modernite' rê li pêşiya gavên nû û çareseriyên nû vekir.”
AMED