'Ji bo azadiyê' li sînemayên Swîsreyê
Filma 'Ji bo azadiyê' ya bi derhêneriya Ersîn Çelîk ya Komuna Film a Rojava, wê li Swîsreyê bê nîşandan.
Filmê promiyera xwe li Rimêlan û Kobanê kiribû, û nîşandana filmê li ewrûpayê ji ber krîza koronayê betal bûbû..
Filmê li festîvalên filman ên li Hindistan û Pakistanê elaqe dîtibû. Promiyera filmê li Ewrûpayê jî li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Rotterdamê pêk hatibû.
Çav li rê ye ku film beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cenevreyê (FÎFDH) bibe.
Piştî ku tevdîrên li dijî şewbê hatin sistkirin, film cihê xwe di bernameyên sînemayê de girt. Di vê çarçoveyê de 26'ê Hezîranê li Basel û Solothornê, 5'ê Tîrmehê jî li kantona Luzernê hate nîşandan. Film gelekî bala temaşevanên Kurd û sînemahezên Swîsreyî kişandibû.
Film wê bi hevkariya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Swîsreyê, Komuna Film a Rojava, Navenda Çandê ya Baselê û TEV-ÇAND'ê van rojên li pêş li van cihê li jêr tê nîşandan:
10'ê Tîrmehê Biel, Kino Rex1 - saet 19:00,
12'ê Tîrmehê Luzern, Kino Baurbaki - saet 13:15,
17'ê Tîrmehê Bern, Kino ABC -saet 19:00,
20'ê Tîrmehê Cenevre, Cine Bio- saet 18:00,
21'ê Tîrmehê Cenevre ,Cine Bio - saet 20:45
10'ê Îlonê li Lozanê, Pathé Flon saet 19:30
Film wê wekî din Îlonê li Zurich, Lugano, St. Gallen û ji nû ve li kantona Baselê bê nîşandan. BASEL