Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, bal kişand ser geşedanên dawî û xwest êdî her kes rastiya Tirkiyeyê bibîne û wiha got: “Li Tirkiyeyê di 4 salên dawî de 10 hezar siyasetmedar hatin girtin û hêj bi hezaran girtî ne. Dîsa kal û pîr ji ber ku Kurd in girtî ne. Lê kesên tevli kuştina bi dehan kesan bûne serbest berdan. Divê berî her tiştî edalet bê avakirin. Cihê edalet lê tune be dewlet lê tune.

Hevserokê BDP’ê Selehattîn Demîrtaş diyar kir ku di operasyonên KCK’ê yên 4 salan de nêzî 10 hezar hevalên wan ên siyasetmedar hatin girtin, der barê 100 hezaran hevalên wan de doz hatin vekirin û bi hezaran hevalên wan ji ber dozên li wan hatin vekirin sirgûn bûn. Demîrtaş, anî ziman ku kesên tevli kuştina bi hezaran kesî bûne serbest tên berdan û wiha got: “Mehmet Agar ku tevli kuştina welatiyan bû pêr serbest hat berdan. Lê siyasetmedarên ku ji ber ramanên xwe hatin girtin nayên dîtin.
Demîrtaş, da zanîn ku kesên ji kuştina bi dehan kesî berpirsiyar nayên darizandin, lê dayikên pîr ku nexweşin nayên berdan û rastî zilmê û îşkenceyê tên. Ji ber Kurd e û siyaset kiriye hatiye girtin. Ji ber li Tirkiyeyê edalet tune hiqûq cihê xwe nabîne. Girtîyên ku lazim e bên cezakirin tên berdan û yên ji ber nasnameya xwe hatine girtin nayên berdan. Cihê ku edalet lê tune be dewlet lê tune.” Demîrtaş destnîşan kir ku ligel derfetên wan ên siyasetê tunin jî dîsa siyasetê tercîh dikin, lê kesên hemû derfetên dewletê ji bo xwe û siyasetê xerç dikin dîsa çekan tercîh dikin û naxwazin çek bêdeng bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nabînin ku bi salan Kurd 24 saetan ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin. Mirovên aqilmend li Herêma rojava bi keviran tên pêşwazîkirin, lê li Colemêrgê ku her tim wekî ‘Terorîst’ tên bi navkirin bi gulan komîsyonê pêşwazî dikin.”
Demîrtaş, da zanîn ku dê li Kurdistanê têkoşîna azadiyê bilind bikin û bi vê têkoşînê xwe polîtîkayên emperyalizmê têk bibin. Demîrtaş da zanîn ku 90 sal in nasname, ziman û çandên cuda tên înkarkirin û ev pergala înkar û îmhayê êdî bi ser neketiye û têk çûye. Demîrtaş, da zanîn ku Meclisa Jinan rojên borî di nava şert û mercên qirîtîk de kongreya xwe bi tevlibunek mezin pêk anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ligel ku bi hezaran aktîvîstên jin girtîn e jî dîsa jinan bi tevlibûnek mezin û biryarên gelek girîng kongreya xwe pêk anî. Di vê kongreyê de kotaya jinê rakirin. Di hilbijartin û tevlibûna siyasetê de wekheviya jin û zilam anîn. Ji niha û şûnde BDP jî dê vê biryara wan esas bigire û di nûnertiya rêveberiya BDP’ê de ji sedî 50 jin û ji sedî 50 mêr hebin. Em vê biryara wan gelek girîng dibînin û silav dikin.”

DÎHA/ENQERE