Serokê Desteya Mafê Mirov yê Herêma Kurdistan Ziya Bitrus di daxuyaniyê de di derbarê rapora ku li ser ewşa mafê mirovan li herêmê amade kirini agahî da. 

Bitrus dîyar kir, ku li gorî encamê raprê ji sedî 80’ê rewşa mafê mirovan li herêma Kurdistan tê binpêkirin.

Di raporê de hat gotin ku mafên di rêza yekemîn de cîh digri wiha ne: 'Tendirûstî, perwerde, fêrkirin, zindanan, jin û zarok de gelek hene û xirabin.'


'Rewşa penaberan jî xirab e'

Di raporê de li ser rewşa penaberan jî bal hate kişandin û hate gotin "Rewşa penaberan xirabe û berpirsiyare wê jî hikumeta federal e."

Herwiha di raporê de behsa azadiya fikir jî hat kirin. Li gorî raporê hat gotin hinek yasayên hene ku di warê azadiya fikirî û karê siyasî dene, nayên bi cihkirin.

 Herî dawî Bitrus got: “Sê karmendên wan rastî lêpirsînê û cezakirinê hatine. Ev jî di dema nerazibuyînên lihemberî sextekariyê de hatiye kirin. Ev nîşan dide ku rewşenbiriya giştî li hember mafê mirovan weke pêwîst nîne.” 


HANA AZAD/ROJNEWS