Bi şoreşa Rojavayê re Rojavayî bi pêkanînên rêveberiyên heremî re gav bi gav nêzî "Xweseriya Demokratîk" dibin, hemû şaredariyên di destê xwe de xistin xizmeta gel. Şaredariyên ku berê di destê hêzên rejîmê de bûn heta niha tu xebatek nekirine û piştî şoreşa Rojavayê re şaredariyên ketine destê gel, ligel hemû derfetên pir kêm jî pêdiviyên gel ên giştî di demek kurt de pêk anîn. Ligel ambargoya li ser Rojava xizmetên li ser şaredariyê ku bi hêza xwe pêk anîne, wek e şoreşek e. Ji ber demek kurt de şaredariyan girtine ji bo ji tecrubeyên şaredariyên serxetê bigirin şandeya Rojavayê hatine Amedê, yên di nava wan de Berpirsiyarê Şandeya Şaredariyên Rojavayê Ziyad Mihemed û Hevseroka Şaredariya Amûdê Berîvan Yûnis, xizmetên xwe yên di demek kurt de pêk anîne ragihandin.

Hevseroka Şaredariya Amûdê Berîvan Yunis, diyar kir ku hemû şaredariyên Rojavayê li ser felsefeya Xweseriya Demokratîk xebatên xwe dimeşînin. Yunis, wiha got: "Lewra deriyên sê sînoran bi sê alî ve ambargo li ser Rojavayê heye, encax ev yek bi vê felsefeyî pêk wer e. Li cem vê ambargoyî êrîşên çeteyan jî berdewam dike. Ango em ji aliyekî ve şer dikin û ji aliyeke din ve jî hewil didin ku feraseta rêveberiya heremî ya pêdiviya bingehîn a civakê ye ava bikin ku xebatên şaredariyê jî bingeha esasê vê ye. Em ji ber van êrîş û ambargoyan pir zahmetiyê dikşînin. Li gel vê derfetên di destên me de pir kêm in. Em ligel van zahmetî û bê derfetiyan di çerçoveya felsefeya Xweseriya Demokratîk xebatên xwe dimeşîn in û em dê bi ser bikevin jî."

Têkoşîneke xurt hate dayin

Yunis, da zanîn ku ji ber ceyran tune ye ew zahmetiyê dikşînin, lê projeya ceyranê ya TEV-DEM'ê heye û bi vê projeyî dewletekî ku di nava salekê de nikaribû pêk bîne wan di nava 2-3 mehan de pêk anî û xiste meriyetê. Yunis, destnîşan kir ku niha bi vê projeyî re gelek bajarên Rojavayê ronî bûye. Yunis, ev tişt gotin: "Ev projeyeke pir serkeftî bû. Li alê din jî projeya me ya arvanê ango pêdiviya nan a rojane heye. Li Cizîrê genimê me hebû û me xwedî li wan derket, pêşî me aşên xirabeyî çêkir, yên kêmbûn ji nû ve çêkir û me genimê di van aşan de hêrand, li gelek ciha jî firûnan çêkir û tengasiya nan a rojane jî bi vê awayî ji holê rakir. Niha peywira her kesî heye û lazimiya nan a rojane pêk tînin û bi awayek wekhev tên belavkirin."
Yunis, anî ziman ku di serî de paqijî di hêla xizmetên şaredariyê de wan hişmendiyekî pêk anîne û da zanîn ku wan di şaredariyan de xizmeta ji bo gel daye rûniştandin. Yunis, destnîşan kir ku wan pêdiviya neftê ya gel jî pêk tînin.

'Ji bo xizmetê kêmasiyên me pir in'

Berpirsiyarê Şanda Şaredariyên Rojavayê Ziyad Mihemed, diyar kir ku ew wek e şande ji bo ji tecrubeyên 15 sal ên şaredariyên "Bakûrê Kurdistanê" sûd werbigirin û li Rojavayê bixin pratîkê ew hatine Amedê. Mihemed, wiha got: "Em ji bo di hêla avahîsaziya bajêr û xizmetên şaredariyê ji şaredariyên Bakûr bigirin hatin. Ji ber ku rejîma Suriyê tu alîkarî nade û ligel vê yekî ji bo em çewa dikarin xizmetên şaredariyê bikin, dan û standina ramanê ji hev bigirin hatine. Ji ber ku hêj nû bingeha şaredariyan datînin. Ji bo vê jî hem di hêla polîtîk him jî di hêla xizmetê de kêmasiyên me pir in. Her wiha di hêla derfetan de jî tengasiyên me pir in. Bêguman em di nava hewildana em çewa dikarin pêdiviyên giştî tedarik bikin de ne."

'Girtina deriyên sînor xizmetan asteng dike'

Mihemed, anî ziman ku ew li Rojava ne tenê kar û barên paqijiyê û avahîsazî an jî xizmetên giştî yên şaredariyê dikin û da zanîn ku ew gelek daxwazên cuda jî bi cih tînin. Mihemed, wiha got: "Deriyên sê sînoran li ser me hatine girtin. Tirkiye, Başûrê Kurdistan û Suriye bixwe jî derî girtiye ser me. Ji ber vê yekî dev ji amûrên şaredariyê berde em di pêkanîna pêdiviyên mirovahiyê de jî zahmetiyê dikşîn in. Ji bo vê jî berxwedana me jî didom e. Heta ji destê me tê em kar û barên şaredariyê nahêlin kêm bibe û tengav bibe."

DÎHA/AMED