Di pirtûkê de tê destnîşankirin ku têkoşîna jina Kurd a ji salên 1990'î ve pêş dixin, li hemberî polîtîkayên nasnameyên fermî û yên ne fermî jî veguheriye daxwazeke heq û wekheviyê ya bi tebeqe, her wiha ji tevlîbûna siyaset û temsîliyeta jina Kurd ku derdikeve rê, bi her awayî aşkerakirina texrîbatên şer û ji bo avakirina aştiyeke rastî bê ev rê çi qasî bi wate û girîng e tê nîşandan. Pirtûk ku ji gotarên xebatên Çaglayan ên di navbera 2006-2011'an pêk hatiye nîjadperestî, polîtîkayên nasnameya fermî û pêwendiya di navbera cinsiyeta civakî de lêdikole. Çaglayan dibêje ku bi dengekî bilind xîtabî kesên ku jinên Kurd paşguh dikin dike. Çaglayan der barê pirtûka xwe de ji DÎHA re axivî.


'Heta salên 90'an jinên Kurd 'tune' bûn'

Çaglayan da xuyakirin ku navê pirtûkê "Ji Pencereya Jinên Kurd de" ye û di pirtûkê de bi awayekî giştî hewl daye li polîtîkayên nasnameya fermî û car caran ne fermî ji perspektîfa cinsiyeta civakî û bi rexne lê binêre. Çaglayan anî ziman ku polîtîkayen nasnameya fermî ya ya Tirkiyeyê heta demeke nêz jî bi kar dianî ji bo jinên Kurd xwedî bandoreke taybet û xweser e û ev xusûs nîşan dan: "Li gorî polîtîkayên nasnameya fermî heta salên 90'an jinên Kurd 'tune' bûn. Li wan polîtîkayan, qanûnên ceza û asîmîlasyonê zêde bûn. Lê belê jinên Kurd bi têkoşîna xwe li hemberî wan bi ser ketin."

'Tenê li gorî êşan nirxandina jinan kêmasî ye''

Çaglayan destnîşan kir ku şer ne tenê bi jinan bi zilaman jî rondik dane barandin û wiha got: "Lê ji zilaman re hatiye fêrkirin ku rondikên xwe veşêrin. Gotina welat û millet jî herî zêde hîn zêdetir wan dorpêç dike. Ji lewra me rondikên wan nedîtin. Bila ev li aliyekî be, ez ne bawer im jin tenê bi rondikên xwe beşdarî pêvajoyê dibin. Di çavkaniya şîdet û pevçûnên ku rû dan de sedemên polîtîk hebûn û qismek jin herî kêm xwe wek aliyekî bi cih kirin. Ji lewra ez di vê baweriyê de me ku eger em jinan tenê li gorî êşan binirxînin wê kêm bimîne. Eger bi rastî siyasetmedaran êşên dayikan li ber çavan bigirtana, diviyabû ev pêvajo hîn ji zû ve destpê kiriba."

'Zayenda aştiyê jî çareseriyê jî heye'

Çaglayan diyar kir ku mimkun e zayend û çîna aştî yan jî çareseriyê jî hebe û wiha berdewam kir: "Dema em di aliyê zayendê de lê binêrin em bi mînakekê bifikirin. Dema siyasetmedarên zilam behsa çareseriyê yan jî pêşerojeke hevpar dikin dem bi dem behsa 'li Çanakkaleyê ligel hev şer kirine' dikin. Ev xeyalê nêrtî di rastiyê de hinceteke. Ji bo mirov bi hev re bijî pêwîst nake ligel hev şer kiribin. Ne mimkun e jin hevokeke bi vî awayî bilev bikin. Ji ber ev mantik di serî de jinan bi awayekî giştî yên şer nekirine/naxwazin bikin li derve dihêle û biratiya şerekî (zilam) nîşan dide.
Çaglayan di dewama axaftina xwe de anî ziman ku mimkun e mirov behsa şibaka hevpar a jinan bike û wiha got: "Tevî ferq û cudahiyên etnîk, mezhebî û hwd. gelo derfeta têkoşîna hevpar mimkun e? Di nav nîzama pergalê ya heyî de jintî faktoreke herî bingehîn a cihê me di nav hiyerarşiya civakî de diyar dike. Asta me ya etnîk, mezhebî û çînî çi dibe bila bibe tenê ji bo em jin in, em rastî şîdet û cihêwaziyê tên. Lê belê em van tecrûbeyên xwe yên vê şîdet û cihêwaziyê, li gorî çîn, etnîsîte, mezheb û li erdnîgariya em lê dijîn şer heye yan na bi awayekî cuda cuda dijîn. Ev jî rastiyeke. Ez bawer im ji cihekî ku her du rewşan jî li ber çavan digire em dikarin derfetên têkoşîneke hevpar ava bikin. Ez behsa xeta polîtîkayeke wiha dikim ku bi cudatiyên xwe û bi awayekî ku ew cudatiyên me di navbera me de rê li ber pêwendiyên cur bi cur ên serweriyê vedike bêyî em paşçav bikin cesaretî rûbirûhatina newekheviyên di navbera xwe de bikin. Tecrûbeyên li deverên cuda yên cîhanê û yên me didin nîşandan ku ev ne hêsan in; lê belê hem pêwîst û hem jî mimkun in." 

DÎHA/ENQERE