Derhênerê fîlimê "Jiyana Li Ser Avê" Refîq Fûad Ehmedî di derbarê xelatê de wiha axivî: “Wergirtina vê xelatê hêzê didemin ku bêhtir kar bikim û karên baştir encam bidim û karibim di vê rêkê de xizmetekê biçûk bikim.”
Derhêner Ehmedî di derbarê çîroka fîlîm de wan agahiyan da: “Ev fîlmekî dîkomenterî ye bi dirêjeya 10 deqîqeyane û behsa jiyana keşeyekî katolîk dike. Ev kes di belmeyekê de di kenala avê ya navbera bajarê Lîdiz û Lîverpola Îngîlîstanê de dijî û 70 salî ye”
Refîq Fûad Ehmedî xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û ji bajarê Bane ye. Ehmedî wek wênegir û rojnamenûs kar kiriye û ji sala 2005'an ve li Îngîlîstanê dijî. Derhêner Refîq Fûad Ehmedî, bawernameya diploma bikid di warê fîlmesazî de wergirtiye û niha jî beşê derhêneriyê de dixwîne.
LOS ANGELES