Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), komkujiya li Parîsê pêk hat û di encamê de sê siyasetmedarên Kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez têde jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir û wiha got: “Ev komkujiya bi hevkariya hêzên navneteweyî û Gladiyoya Tirk bi awayeke profesyonel hatiye kirin, ji bo sabotekirina pêvajoya aşitiyê ya ku Rêber Apo daye destpêkirin, pêk hatiye.” PKK’ê da zanîn ku hêzên ku vê komkujiyê pêk anîne bi tu awayî nagihin armancên xwe yên qirêj.

PKK’ê wiha anî ziman: “Partiya me PKK, qetilkirina yek ji milîtanên jêhatî û damezrênerên partiya me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemes ku 9’ê çileyê li Navenda Enformasyona Kurd a li Parîsê pêk hat bi nefret şermezar dike û bejna xwe li ber van hevalên me ditewîne û em careke din soza xwe ya dilsoya bi wan re a ji bo têkoşînê nû dikin.”

Sê mirovên mezin  

Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha pêde çû: “Ev komkujiya bi hevkariya hêzên navneteweyî û Gladiyoya Tirk bi awayeke profesyonel hatiye kirin, ji bo sabotekirina pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Apo daye destpêkirin, pêk hatiye. Her sê jin bi zanebûn hatine hilbijartin Sara, Rojbîn û Ronahî! Sê endamên bi rûmet ên têkoşîna azadiya Kurdistanê û vîna tevgera jina azad! Sê mirovên mezin ên serbilind! Partiya me, gelê Kurdistanê û jinên Kurd ên ku li ser xeta Rêbertiyê dimeşin tu carî vê komkujiya bi nelet ji bîr nakin û dê hesabê wê bipirsin.”

'Hewlanên reşkirinê pûç in'

PKK’ê da zanîn ku ji roja derketina PKK’ê heta îro partiya wan li dijî gelek komployên mezin û komkujiya têkoşiyaye û gihiştiye roja îro û wiha nirxand: “Bi vê komploya li dijî mirovahiyê hevala me ya pêşeng Sakîne Cansiz û xeta têkoşîna tevgera me ya jinê, dîsa îdeolojiya PKK’ê û xeta me ya berxwedana têkoşînê kirine hedef. Lê bila baş were zanîn ku ev komkujî û provakasyon bi tu awayî nikarin tevgera me û gelê me tê bibin. Hîna bûyer nû qewimîbûn, raydarên AKP’ê, berdevkên wê û çapemeniya wê ya alîgir, xwestine vê komkujiya bi xwînxwarî pêk hatiye veşêrin, lê bêbextî û hewldanên reşkirinê pûç in.”

'Berpirsiyarî ya Fransayê ye'

PKK’ê destnîşan kir ku heta agahiyên vê komkujiyê neyê aşkerekirin, berpirs neyên dîtin û darizandin, dewlet û hikûmeta Franse di barê berpirsyariyê de ye û got: “Li navenda Parîsê, li cadeyeke ewqas qelebalix, nîva rojê komkujiyeke wiha pêk tê, ger me bi desteka hêzên sîxûrî yê navneteweyî û desteka dewletan be ne pêkan e ku komkujiyeke wiha pêk bê. Ev komkujî xeleka dawî ya hêzên komploger li hemberî Rêbertiya me, gelê Kurdistanê û saziyên wê pêk tîne û hewldanên krîmînalîzekirina tevgera me ye.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê baş were zanîn ku weke ku îro, tu komkujiyên ku ji aliyê van hêzan ve tê pêkanîn nagihin armanca xwe. Partiya me PKK, dê ji bo bîranîna milîtanên xwe yên hêja, têkoşîna azadiyê xurtir bike û heta azadiya gelê Kurdistanê û Rêber Apo bi dest nexe, dest ji vê doza xwe ya pîroz bernade.

ANF/BEHDÎNAN  





Serokê KNK'ê Tahir Kemalîzadê: Berpirsyarî ya Fransayê ye


Serokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Tahir Kemalîzadê ragihand ku heta bûyera qetilkirina 3 jinên pêşeng ên Kurd neyê zelalkirin wê hikûmeta Fransayê weke berpirs were dîtin.
Têkildarî qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên Kurd li Parîsê hêrs û nerazîbûna Kurdan zêde dibe. Serokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Tahir Kemalîzadê destnîşan kir ku zelalkirina bûyerê û derxistina holê ya kujeran berpirsiyariya Fransayê ye. Kemalîzade her wiha bang li gelê Kurd kir ku bi xurtkirin û bilindkirina têkoşînê li 3 jinên şoreşger ên Kurd xwedî derkeve.
Serokê KNK'ê Tahir Kemalîzadê êrîşa li Parîsê daxuyanî da qetilkirina jinên Kurd ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez mîna nîşaneya terora li ser gelê Kurd raxiste ber çavan û wiha got: "Ev mirovê me yên hatin qetilkirin, bi awayekî sivîl dixebitîn. Ev 3 jin çek di destê wan de tunebûn lê bêlê bi rengekî hovane hatin kuştin. Ev cinayeteke pir mezin e, ev zilmeke mezin e. Ev wendahiyeke gelekî mezin e. Lê bes cihê van hevala divê em vala nehêlin û vala namîne jî."
Kemalîzade di daxuyaniya xwe de bi van gotinan rexneyên tund li Fransayê kirin û berpirsiyariya wê wiha rawe ir: "Mixabin Fransa navenda terorîzmê ye. Yek ji wan welatê ku li hember Kurdan karê teroristî gelekî bikar anî ye. Lê em dikarin bipirsin, ew Fransaya ku her deqe hevalê me dişopandin û dişopînin, çawa di meseleyeke wisa de, hay ji wan nemîne? Li welatekî weke Fransa hevalekî me ê KNK'ê Adem Uzun û gelek weke mîna wî hatin girtin. Yani bi deqe deqê wan dişopînin heta ku digrin. Lê divê mijarê de nizanin bê kî çawa kiriye!Divê birastî em bipirsin, ji Parlemena Ewropayê bê ma kî j terorîste? Em ê ku têne qetilkirin an ê ku me qetildikin terorîst in?

'Wendahiyeke mezin e'

Serokên KNK'ê Tahir Kemalîzade destnîşan kir ku qetilkirina 3 jinên şoreşfer ên Kurd wendahiyeke mezin e û banga xwedîderketina bîranîna wan li gelê Kurd kir: "Me mirovên gelekî mezin wendakirin. Erkê ku dikeve ser milê me ew e ku; em li gorî daxwaz û xeyalên van hevalan tevbigerin. Em di vê mijarê de polîs berpirsiyar dibînin. Gereke em zext li ser Ewropa bikin ji bo ku rastiya gelê Kurd bibînin. Kujer an ku kujeran derbixine holê û bibêjin kî terorîste."

Serê gelê Kurd sax be

Kemalîzade bibîrxist ku ji jiên hatin qetilkirin Fîdan Dogan nûnera KNK'ê ya fransayê bû wiha dawî li peyama xwe anî: "Qetilkirina sê pêşengan hendahiyeke gelekî mezine. Serê gelê me sax be. Heval Fîdan berpirsiyara KNKê a fransayê bû. Û li Fransayê di gelek xebatan de yek û yek berpirsiyarî girtibû ser xwe. Di bircîbûna 52 rojan an Fransayê de, karê dîplomasî wê dikir. Yanî Ewropa wê baş nas dikir. Mîroveke xurt, şoresger û demokrat bû. Ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd dixebitî her wiha ji bo azadiya netew û mirovên din jî dixebitî. Pêwiste em bibin bersiv ji van hevalan re. Pêwiste rûpelekî nû di xebatên ewrupa de em vekin.“


EVÎN AKSOY/KOLN




YJA Star: Êrîşeke rêxistînkirî ye


Fermandariya YJA-Starê der barê qetilkirina yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de daxuyaniyek da. YJA Starê di daxuyaniyê de diyar kir ku her sê hevalên wan di vê pêvajoyê de bi zanebûn hedef hatine girtin û wiha hat gotin: “Em hevalên xwe bi rêzdar bi bîr tînin. Em soza ya xwe ya dê têkoşîna wan bidomînin, nû dikin.”
Di daxuyaniyê hat gotin ku hedefgirtina hevalên wan yên ku di her şert û mercî de xeta Apocitiyê dimeşandin, êrîşeke hedefgirtina xeta Apocitî û tevgera azadiyê ye û wiha hat gotin: “Ji ber ku ev êrîş li Fransayê pêk hatiye, berpirsyariya Fransayê jî bi awayekî vekirî derdixe holê. Ev êrîşa nîşan dide ku ji aliyê hêzên Gladiyoya Tirk û Navnetewî ve pêk hatiye. Ev cînayet bi organîze û profesyonel pêk hatiye. Dema bûyera kuştinê derket holê serokê giştî yê AKP’ê Huseyîn Çelîk hewl dan ku kuştinê bike ser milê tevgera me. Ev senaryoyên xwe bi hevkariya çapemeniya Tirk weşandin. Ev jî parçeyeke şerê psîkolojîk e.”
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Li cihekî wekê Parîsê li cadeyeke herî qelebalix ev cînayet pêk tê. Dewleta Fransayê divê demildest vê komkujiyê ronî bike. Ger wisa nebe, Fransa bi xwe ji qetilkirina hevalên me berpirse. Em wekê hêzên gerîlayên YJA-Starê ev êrîş ji kê hatibe bila bê em dê pey wê bernedin û em ê hesabê vê bipirsin.”

Keybanûya Azadiyê  

Hevala me Sakîne Cansiz di damezrandina PKK’ê de yekemîn mîlîtana jin ya ku tevli têkoşînê bûye ye û ji artêşbûna têkoşîna tevgera jinên azad re pêşengî kiriye. Bi sekna xwe mohra xwe li dîrokê daye. Hem li zindana Amedê berxwedaneke bi rumet nîşan daye û hem jî di artêş gerîla ya jinan de cara yekemîn wê fermandarî kiriye. Di asta artêşbûna gerîlayên jin de roleke gelek girîng lîstiye. Her tim wekê evîndarek çiyayên Kurdistanê ji bo nasnameya azad a jinê û pêşveçûna nasnameya xwe ked û hewldaneke mezin daye. Her wiha bûye îfadeya herî zelal a pîvanên jina mîlîtan. Çiyayên Kurdistanê Keybanûya xwe ya azadiyê winda kir.”
Daxuyaniyê wiha berdwam kir: “Hevalên me Fîdan û Leyla jî di qadên cuda de tevli têkoşîna azadiyê bûne û mîlîtanbûna jinê birine asteke jor û ji bo azadbûna civakê bi têkoşîna xwe pêşengî kirine. Artêşa me ya ku bi pêşengiya heval Sakîne pêş ketiye dê vê komkujiyê tu carî qebûl neke û dê ev êrîş bê bersiv nemîne. Em dibêjin ku em dê têkoşîn her sê hevalên xwe bibin serkeftinê û em soza xwe ya ji bo ku bîranîn wan bidomînin, dubare dikin. Di serî de jinên Kurd û hemû gelê Kurd divê bi çalakiyan xwedî şehîdên xwe derkevin û hesab ji kujeran bipirsin.”

  ANF/BEHDÎNAN   




'Divê berpirsên komkujiyê werin dîtin'

Saziyên Kurdan yên li Almanyayê birêxistîne, Federasyona Komeleyên Kurd yên li Almanyayê (YEK-KOM), Bîroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ), Înformasyona Kurdistanê (ÎSKU), rêxistina Akademîsyenên Kurd (KURD-AKAD), Yekitiya Xwendekarên Kurd (YXK) û Civaka Azad daxuyaniyekî hevpar dan û xwestin, di lêkolîna komkujiya li Parîsê heta ziravî jî berçav bêne girtin û berpirsyar bên aşkera kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bikaranîna çekên bêdeng û bi derbeyên kuştinî, derdixe holê ku qatil profesyonelin.”
Hate diyarkirin ku, komkujî di demek ku di navbera dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin heyî pêkhatî balkêşe. Hate aşkera kirin ku, qetilkirina siyasetmedarên kurd yên jin bi armanca provoke kirin û sabote kirina pêvajoyê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, di girtina siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn de derketibû holê ku, serwîsa veşartî ya Tirk û Fransayê bi hevpar xebat kiriye, “Pêwîste di demek kurt de lêpirsîn bi encam bibe û bersiva pirsên gelê kurd bêne dayîn.”

  BERLÎN