Endamê Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Fûad Bêrîtan bal kişand ser nîqaşên li ser avakirina sîstemeke nû li Îranê û got, "Ji bo çareseriya pirsgirêkên gelan rêya yekane, pêşxistina sîstema Konfederalîzma Demokratîk e." Bêrîtan dan xuyakirin ku li Îranê têkoşîna guherînê dewam dike û destnîşan kir ku PJAK hewl dide, di vê têkoşîna guherînê de li hemberî destwerdana desthilatdaran, hêza civakê derîne pêş. Bêrîtan diyar kir ku eger Neteweya Demokratîk ruhê civakê be, Konfederalîzma Demokratîk jî bedena civakê ye.


Cihêkariya dewletê

Bêrîtan wiha got: “Îro li Îranê li ser avakirina sîstemeke nû ji bo gelên Îranê nîqaş tê kirin. Tiştekî din ku di rojevê de ye mijara  hemwelatî ye.  Lê pirsa ku di vir de bê kirin ev e; gelo ew nirxandinên ku bi  navê hemwelatiyê tên kirin, çiqasî naveroka xwe dagirtiye? Yanî çiqas rastiyê îfade dikin? Beriya her tiştî, ew zîhniyeta ku van mijaran nîqaş dikin, hînê nekariye xwe ji zîhniyeta dewletparêz (zayend parêz) û yekdestedar xilas bike. Feraseta hemwelatî ku ji aliyê dewleta Rûhanî ve hatiye ragihandin, tenê rastiya civakê îfade nake. Dibe ku heta cudahî dixe navbera  gelên Îranê. Axaftinên mîna; “gelên medenî û nemedenî”, yên ku qaşo nêzî şaristaniyê ne û yên ku dûrî şaristaniyê ne. Gelên ku dikarin bibin hemwelatî û yên ku di qanûna bingehîn a Îranê de  nehatine naskirin  û nikarin bibin hemwelatiye Îranê.

Ji bo hemu gelan xweserî

Bêrîtan derbarê polîtîkayên ew dimeşînin de jî ev agahî dan: "Me weke PJAK'ê berê jî îlan kiribû. Li tevahiyê Îranê ji bo çareseriya pirsgirêka gelan rêya yekem pêşxistina sîstema konfedaralîzma demokratîk e. Ev sîstem bingehê xwe ne ji dewlet nejî ji nirxên paşverû digire. Ji ber bingeha xwe ji nirx û tevlibûna gelan digire, xweser û demoktîk e. Ev sîstema Xweseriya Demokratîk hem ji bo Kurdan û hem jî bo gelên li Îranê dijîn, sîstemeke ku rêveberiya demokratîk esas digire û ti kesî bêyî rêxistin nahêle. Xweseriya Demokratîk esas digire û ji bo cîhaneke nû paradîgmayeke nû ya, rêxistinkirina  civakê ye."

Tekoşîna guherînê didome

Endamê Koordînasyona PJAK´ê Fûad Bêrîtan destnîşan kir ku îro rewşa ku li Îran’ê gelên Kurd, Beluc, Ereb û hwd pê re rûbirû dimînîn, pêwîstîyên wan gelan ên bi avakirina organzisyoneke gel a siyasî û civakî ferz dike û got, i herêmê û li Îranê pevçûn û guhertina sîstemê berdewam dike, PJAK jî dixwaze bi avakirina sîstema Konfederalîzma Demokratîk û pêşxistina sîstema xwerêvebirina demokratîk, ji bo Kurdan li herêmê, li hemberî destwerdana desthilatdaran, destwerdana civakê pêş bêxe. Mijara ku PJAK ji bo wê têdikoşe, afirandina zîhniyeta neteweya demokratîk e.


Netewa demokraktîk
Bêrîtan anî ziman ku dewleta Îran’ê bi vê zîhniyeta xwe ya netewe dewlet, nikare pêşî li daxwazên azadiyê yên neteweyên cuda bigire û wiha got: "Wan neçar dihêle ku xizmeta sîstema zordest bikin. Û gelan wisa di nava xwe de dihelîne. Çareseriya li hemberî vê rewşê, avakirina neteweya demokratîk e. Lewma eşkere bû ku Neteweya Demokratîk ruhê civakê ye. Civakek ku ruhê wê  neteweya demokratîk be, bedena wê jî konfedaralîzma demokratîk e. Yan jî bi şêwazeke din xweseriya demokratîk e."

Xwerêvebirina demokratîk
Bêrîtan bi gotinan axaftina xwe bidawî ki: "Gelê Kurd di têkoşîna xwe de roj bi roj gav bi gav ber bi azadiya xwe ve dimeşe. Ji bo ku serketinekê bi dest bixe pêwistiyên bi sazî û rêxistinê heye. Di wateyeke fireh de konfedaralîzma demokratîk û di wateyeke teng de xweseriya demokratîk esas digre. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî herdû formên jê venegerin. Civak bi van şêwazê çareserî dikarin xwe ji nû de înşa bikin. Em hewl didin ku sîstema  xwerêveberiya demokratîk li gorî ruhê wê ava bikin. Em dikarin bêjin Konfedaralîzma Demokratîk û Xweseriya Demokratîk a Kurdistanê, tenê xwe naspêre Kurdan. Xwe disipêre herkes ên ku li gorî xwezaya civakê tevdigerin. Di vir de tiştê herî esas jî parvekirna jiyana demokratîk û komînale.”

NAVENDA NÛÇEYAN