Her ku diçe ‘Têkiliyên kirêt’ ên di êrîşên dewleta Îranê ya ku di 16’ê tîrmehê de li ser Başûrê Kurdistanê dest pê kir, aşkeretir dibin. Belgeyên ku hene ‘yekgirtina operasyonê’ ya di navbera Îran-Iraq-Tirkiye û Herêma Kurdistanê de derdikeve holê. Ji vê wêdetir, çavkaniyeke Îranî piştrast kir ku Îran di operasyonê de piştgirî ji DYA’yê girtiye.
Li gor nûçeya IPS dispêre çavkaniyeke 'pêbawer' a Îranê bal kişand ku hêzên DYA’yê ji hewayê ve şerê li herêmê kontrol kir, lê tu mudaxeleyek nekir. Vê çavkaniya Îranê got; “Ji bo tunekirina vê rêxistina terorîst, koordînasyoneke (Îran û DYA) baş hebû.”
IPS vê rewşê wiha şîrove kir: “DYA û Îran di gelek mijaran de li hev nakin, lê gelek mijarên wan ên hevpar jî hene.”
Di nûçeyê de, rayedarên ji Başûrê Kurdistanê vê îdîyaên diderewîne, û îdîa kir ku berjewendiya DYA’ê di piştgirîdayîna PJAK’ê de heye. Lê bal tê kişandin ku Berdevkê Pentagon George Little, pirsa ‘Gelo DYA li hemberî êrişa Îranê çavê xwe girtiye an na?’ bê bersiv hiştiye
Her wiha, di nûçeyê de tê gotin ku Little pirsa ‘Gelo di navbera operasyona Îranê ya li dijî Kurdan û di van demên dawiyê de zêdebûna êrişên milîsên Şiî yên ku li Iraqê ji aliyê Îranê ve tên destekkirin, yên li dijî DYA’yê de têkiliyek heye an na?’ bê bersiv hiştiye.

Êrîş hê jî berdewam in
Operasyon û êrişên artêşa Îranê yên di 16’ê Tîrmehê de li ser Qendîl dest pê kiribûn, li ser xeta sînor a Xinêre û Xakûrkê jî berfireh bû. Operayon di dirêjahiya 10-15 km de hatibû berfirehkirin, her wiha gundên Başûrê Kurdistnê dide ber topan. Di encamê de yek jê zarok 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 11 kes birîndar bûn. Her wiha li gor çavkaniyên hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzî 35 gundan ziyan girtine.
Di vê navberê de der barê operasyonan de sedemê bêdengiya hêzên Başurê Kurdistanê hêdî bi hêdî ber bi zelaliyê diçe. Li gor agahiyên ketine ber dest, rejîma Îranê ya ku bi hêzên Başurê Kurdistanê re ketiye nav pêwendiyan, pêşniyar kiriye ku dê ji Qendîlê PJAK û PKK’ê derbixe û pişkinîn û kontrola vê herêmê bide YNK û PDK’ê. Di hevdîtinê de Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê jî soz da ku dê di êrîş û operasyonên rejîma Îranê yên li dijî PKK û PJAK’ê de bêdeng be, her wiha dê di hinek qadan de piştgiriya sîxurî dikare bide Îranê. Peymana navborî di 28’ê Çileya 2011’an de li Pîranşarê pêk hat. Rojeva bingehîn a hevdîtinê PJAK û PKK bên bêbandorkirin û ji Başurê Kurdistanê bên derxistin û li herêma ku tê valakirin hêzên Başurî dê bên bicihkirin. Di çarçoveya zanîn û agahiya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê de û erêkirina wê de, şandeya di bin serperiştiya Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî û têde nûnerê hikûmeta herêmê yê Tehranê Nazim Omer jî cih digirt bi dewleta Îranê re rêkeft.
Parlementerê Parlementoya Iraqê yê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê Dr. Mahmûd Osman di daxuyaniya dabû Roj Tv de dabû diyarkirin ku Îran, Tirkiye û Iraqê li ser Kurdan li hev kirine û wiha gotibû; “Ev dewlet hîn jî vê polîtîkaya xwe didomînin. Bêdengiya hikûmeta navendî ya Iraqê jî vî yekê dide nîşandan ku ne li dijî vê yekê ne. Hikûmeta herêmê jî xwedî helwestek bi hêz nîne. Amerîka îstîxbarat û agahiyên xwe dide Tirkiyê, Tirkiye jî dide Îranê. Bi vê awayî bi şiklekî ne rasterast Amerîka jî di şerê li dijî Kurdan de şîrîkatiya wan dike”.

'Tirkiye, Îran û DYA bûne yek!'
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan derbarê operasyonên Îranê de, hevpeyvînek dabû ANF’ê û wiha bal kişandibû ser yekgiritina Îran, Tirkiye û DYA’yê: “Niha Îran êrişê Qendîlê dike. Ji roja dest bi êrişê kirî heta niha, balafirên keşfê yên Amerîka li ser Qendîlê digerin, ev çi keşif dikin? Dibe hinek kes bêjin ev balafiran e li Îranê dinêre. Na, li Îranê nanêre, ji ber ku li aliyê hundir ê sînor digerin. Ev keşîf dide Tirkiyeyê, Tirkiye jî dide Îranê. Niha rastiyek wiha heye, Tirkiye, Îran û Amerîka bûne yek.”

Hevgirtina Îran û Tirkiyeyê

Di dema êrişa li ser Başûrê Kurdistanê de, artêşa Tirk leşker vediguhest ser sînorê Îranê û heta di operasyona Îranê de leşkerên Tirk jî hatibûn kuştin. Ev yek hevkariya Tirkiye û Îranê jî aşkere dike. Ligor agahîyen ku Cerdevan Cahîdî ku li gûnde Girê Şeytan ê giredayê bajarê Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê dan ANF’ê, leşkêren tirk jî bi pastarên Îranê re li dijî PJAK’ê derdikevin operasyonan. Cahîdî agahîyen balkê ş dan û got. “Min bi çavê xwe dît. 5 cenaze anîn Gundê Girê Şeytan ku ser li ser cilên wan ala tirk hebûn. Kulmên wan ji xwînê sor bûn û gulle li ser û dilê wan ketibûn. Ev cenaze bi kamyonên bi qeşa ku gohşt dibin tînin hildan û birin.”
Her wiha hatibû diyarkirin ku di 21’ê tîrmehê de 300 endamên tîmên taybet ên Tirk di sînorê Bajêrgaya Colemêrgê re derbasî Îranê bûn. Her wiha di 25’ê Tîrmehê de jî hat gotin ku 20 tankên şer ên Tirk derbasî Îranê bûne.


OSMAN KILIÇ/ANF