Siyasetmedar û lêkolînerên Rûs diyar kirin ku di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de divê hDP serketineke mezin bi dest bixe û destnîşan kirin ku Kurdan AKP qels kirine.
Zanistê Siyasetê yê Rûs Zaharov Vlademir, Endamê Navenda Pêşxistin û Lêkolînê ya Stratejîk a Rûsyayê Tiratimçuk Grigori Pavloviç û Serokê Enstîtuya Lêkolînê ya Welatên Rojhilata Navîn Stanislav Tarasov têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê de axivîn.
Vlademîr: Hilbijartineke girîng e
Zanistê Siyasetê Prof. Zaharov Vlademir destnîşan kir ku li pêş Tirkiyeyê hilbijartinek girîng heye û wateya wê ji bo gelê Kurd jî mezin e. Vlademir destnîşan kir ku ew xebatên hilbijartinê yên Kurdan dişopînin û wiha nerînên xwe par ve kirin: "Asta ku Kurd gihiştinê gelek girîng e. Di parlamentoya Tirkiyeyê de hebûna hêzeke siyasî ya ku realîteya Kurdan temsîl dike, gelek girînge. Niha Kurd bi nasnameya xwe siyasetê dikin. Kurd di saziyên çandî û civakî de jî divê bên temsîlkirin. Hinek alî Kurdan qebûl nakin, wek hêz nabînin. Ev gelek şaş e. Min Kurd nas kirine. Kesên jîr in. Dikarin xwe bi rêve bibin. Di salên dawî de Kurd li gorî gelên din aktîftir beşdarî siyasetê dibin. Li Rûsyayê gelek Kurd dijîn. Piştgiriyê didin Kurdên Tirkiyeyê. Dixwazin bi ser bikevin.”
Pavlovîç: Kurd xurt dibin
Endamê Navenda Pêşxistin û Lêkolînê ya Stratejîk a Rûsyayê Tîratîmçuk Grîgorî Pavlovîç wiha got: “Hilbijartin ne tenê bo Tirkiyeyê, ji bo hemû Rojhilata Navîn û bi taybet jî ji bo Kurdan gelek girînge. Di salên dawî de Kurd li Rojhilata Navîn bûne hêzeke xurt. Bi taybet di van hilbijartinan de siyasetmedarên Kurd bi nasnameya xwe bi awayekî aktîf beşdarî siyasetê dibin. Hilbijartinên 7’ê Hezîranê di vî alî de girîng in. Divê Kurd vê baş binirxînin. Divê derfeta xwe baş binirxînin. Li Rojhilata Navîn şer heye. Yên xwedî sekna herî zelal Kurd in. Divê Kurd bibin yek û pozîsyona xwe veguherin qezenca siyasî. Kurd li her cihên ku aktîfin divê beşdarî xebatên siyasetê bibin û cudahiya xwe danîn holê. Ji ber vê divê Kurd di vê hilbijartinê de serkeftina teqez bi dest bixînin."
Pavlovîç li ser bandorên xurtbûn û pêşketina Kurdan ên li ser herêmê û cîhanê jî wiha axifî: "Siyaseta ku niha Kurd li Tirkiyeyê dikin gelek girînge. Siyaseta Kurd niha zêdetir tê fêmkirin û piştgiriyê dibîne. Ne tenê nêzîkatiya Tirkiyeyê ya hemû Rojhilata Navîn û cîhanê diguhere. Êdî hinek dewlet bi awayekî aşkera piştgiriyê didin wan. Gelek welatên ku vê naynin ziman jî li dijî Kurdan sempatiyê dihundirînin. Ev sekna Kurdan, nêzîkatiya hêzên navneteweyî ya li dijî Birêz Abdullah Ocalan jî diguherîne. Pozîtîf lê dinêrin."
Tarasov: Kurdan AKP qels kirin
Serokê Enstîtuya Lêkolînê ya Welatên Rojhilata Navîn Stanislav Tarasov: “Her kes dizane ku ger AKP van hilbijartinan qezenc bike, wê pergala rêveberiya Tirkiyeyê biguhere û derbasî pergala serokatiyê bibin. Wê demê wê rêveberî bi tevahî bikeve destê Erdogan. Partiyên din jî di çarçoveya prensîbên dmeorkatîk de propagandayên xwe dikin. Di vir de tenê ferq bi partiya Kurdan re heye. Kurdan bi gotin û pratîkên xwe AKP hinek qels kirine. Eger Kurd bendê derbas bikin û hejmarek baş a parlamenteriyê bidest bixînin wê di meclîsê de zêdetir aktîf bin.”