Heyeta ji Rojava û Başûrê Kurdistanê yên tevlî I. Konferansa Jinên Rojhilata Navîn a li Amedê bûn, çûn serdana Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûglûk û Ahmet Turk.

Di hevdîtinê de Hevseroka PYD'ê Aysa Abdûllah û Endama Komîteya Rêveber a PÇDK'ê Perwîn Hesen jî amade bûn û li dû hevdîtinê Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk daxuyaniyek da. Turk bal kişand ser bûyerên li Rojavayê Kurdistanê diqewimin û got, "Şerê îro li Rojava destpê kiriye, bi kêrî gelan nehatiye. Kurd alîgirê demokrasiyê ye."
Turk diyar kir ku ew piştgiriyê didin siyaseta PYD'ê ya li Rojava dimeşîne û destnîşan kir, ku pêvajoya çareseriyê ya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, ji bo tevahiya gelê Kurd gelekî girîng e. Turk ragihand ku gelê Kurd ji bo jiyana azad têdikoşe û got, "Di encama vê têkoşîna gelê Kurd de danûstandinan destpê kiriye. Mafên gelên Kurd ên bi salan hatine înkarkirin, divê edî ewle bibin." Ahmet Turk da xuyakirin ku bi El-Qaîde re demokrasî nayê Rojava û destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin şoreşa gelê Rojava.
 
'Kurdan peyam dan hemû cîhanê'
 Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk jî da xuyakirin ku di şoreşa gel a li Rojavayê Kurdistanê de kedeke mezin a jinê heye û got, "Bi şoreşa mezin a li Rojava re, gelê Kurd ê li Rojava li dijî zextên Esad, karekî mezin derxist holê. Kurdan bi şoreşa li Rojava re ji tevahiya cîhanê re eşkere kir, ku ew êdî jiyaneke bêstatu qebûl nakin."
Tûglûk diyar kir ku yekitiya gelê Kurd ji her demê bêtir vê demê stratejîk e û anî ziman ku şoreşa li Rojava di heman demê şoreşa bi destxistina mafên jinê ye. Tûglûk ragihand ku ew şoreşa Rojava weke jin ji xwe re modêl dibînin û piştgiriya wan dikin.
 
Şoreş ne tenê ji bo Rojava ye

 Hevseroka PYD'ê Asya Abdûllah jî da xuyakirin ku gelê Kurd hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn nîşan daye û bal kişand ser berdêlên giran ên têkoşîna bi salan a gelê Kurd. Abdûllah diyar kir ku Amed li gel şoreşa Rojava dimeşe û anî ziman, ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Abdullah ragihand ku pêvajoya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye, ji bo gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn girîng e.
Abdûllah ragihand ku gelê Kurd ê li Rojava berxwedana xwe dewam dike û got, "Berxwedana li Rojava destpê kir, serketinên gelekî mezin bi dest xist. Şoreşa li Rojava ne tenê ji bo gelê li Rojava ye, serketina tevahiya gelê Kurd e." Abdûllah da xuyakirin ku ew alîgirê çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd e û got, "Em di pêvajoyeke gelekî hesas re derbas dibin û di vê pêvajoyê de em hemû ji hev berpirsyar in. Mîna ku Ocalan dibêje, emê di Konferansa Netewî de bigihêjin. Weke Konseya Bilind, PYD û Rojava emê xebatên xwe dewam bikin."
 
‘Em azadiya Ocalan dixwazin’

Endama Komîteya Rêveberiyê ya PÇDK'ê Perwîn Hesen jî diyar kir ku di 1. Konferansa Jinên Rojhilata Navîn a li Amedê de biryarên girîng hatine stendin û diyar kir, ku gelê Kurd ji têkoşîna azadiyê re pêşengiyê dike. Hesen got, "Amedê ji avabûna tevgera jinê re şahidî kiriye. Weke PÇDK em piştgiriyê didin hemû xebatên li Bakurê Kurdistanê."
Hesen da xuyakirin ku di warê demokratîkbûyînê de li Rojavayê Kurdistanê gavên girîng tên avêtin û got, "Em hêvîdarin aştiyê bê Rojhilata Navîn." Hesen di axaftina xwe de girîngiya pêvajoya çareseriyê jî destnîşan kir û diyar kir ku ew azadiya Ocalan dixwazin.  


Baran jinên Rojavayî pêşwazî kir


Endamên delegasyona Rojavayê Kurdistanê ya I. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn, çûn serdana Şaredariya Baglarê.
Endamên delegasyona Rojavayê Kurdistanê û Hevseroka PYD'ê Asya Abdûllah çûn serdana Şaredara Baglarê Yuksel Baran. Heyet ji aliyê Şaredar Baran û Alîkara Şaredar Yuksel Aslan Acer ve hat pêşwazîkirin û li ge pirsgirêkên şaredarî û pirsgirêkên giştî yên navçeyê, der heqê projeyên civakî de jî agahî stend. Baran di daxuyaniya xwe ya li vê derê de got, "Têkoşîna li Rojava bi pêşengiya jinan dimeşe. Jin weke hêza mezin a guhertina civakê, têkoşîneke mezin dide. Em weke Şaredariyê, her tim li gel gelê xwe yê li Rojava ye. Tevî parvekirina ezmûnên xwe, her weha wê karên me yên hevpar jî ji niha û pê ve çê bibin."
Endamên delegasyona Rojavayî jî dan xuyakirin ku ji ber şerê li Sûriyê ew gelek pirsgirêkan dijîn û tevî binyatiyê bi pirsgirêkên tenduristî û paqijiyê re mijûl dibin. Hat ragihandin ku ji ber pergal û şaredarî bi temamî têk çûne, gelê li Rojava bi derfetên xwe hewl didin karên Şaredariyê bi xwe bikin, lê li gel vê fedekariyê jî pêwistiya wan bi derman û tenduristiyê heye. Hevdîtinê de hat destnîşankirin, ku wê di dema pêş de bi rêya heyetan, di warê karên Şaredariyê de xebatên hevpar werin meşandin. 

ANF/AMED




Ezmûna jinên Rojava vegotin

Endama Yekîtiya Star û Seroka Meclîsa bajarê Qamişlo Remziya Mihemed ku tevlî Konferansa Jinên Rojhilata Navîn a li Amedê hatibû lidarxistin, diyar kir ku şandeya Rojavayê Kurdistanê ezmûnên jinên Rojavayê Kurdistanê di konferensê de vegotine. Remziye Mihemed da zanîn ku Konferansa Jinên Rojhilata Navîn ku yekem car tê lidarxistin serkeftineke mezin ji bo hemû jinên Kurdan e.
Endama Yekîtiya Star û Seroka Meclîsa bajarê Qamişlo Remziya Mihemed ji ANHA᾿yê re ragihand ku konferans bi tevlîbûna jinan ji 26 welatên Rojhilata Navîn, nûnerên ji Ewropa û nûnerên jin ji 4 perçeyên Kurdistanê hatiye lidarxistin. Mihemed, diyar kir ku ewan ezmûnên jinên Rojhilata Navîn ji konferansê re vegotin û bi taybet ezmûnên şoreşa ku zêdetir ji 2 salan li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye.

Piştgirtiya ji bo pêvajoyê

Mihemed, dest nîşan kir ku şandeya Rojavayê Kuridistanê û Sûriyê ji 11 jinan pêk dihat û got: “Di konferansê de hevseroka PYD᾿ê Asya Abdûllah li ser navê şandeyê axivî û li ser navê Yekîtiya Star, Partiya Yekîtiya Lîbralî , Heyet El-Tensîq, PDPKS, Konfedresyona Xwendekarên Kurdên Welatparêz û Însyatîfa Jinên Sûriyê peyam hatin xwendin. Nameya Endama Desteya Bilind a Kurd û hevseroka MGRK᾿ê Sînem Mihemed jî hate xwendin.᾿̓
Derbarê mijarên ku di konferansê de hatin gotûbêjkirin Mihemed ev tişt got: “Hemû beşdarên konfransê piştgirtiya xwe ji bo pêvajoya aşîtiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn destnîşan kiriye, dan. Beşdaran pêvajo nîqaş kirin û diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya Ocalan asta tekoşîna xwe bilind bikin. Me biryar stand ku roja 9᾿ê Çile bibe roja dijî kuştina jinên siyasetmedar, Komîteyek ji bo şopandina rewşa jinên Sûriyê di kampan de jî hate damezirandin. Ji xwe di kongirê de yek ji biryarên hatin dest nîşan kirin ew bû ku konferansê piştgirtiya xwe ji bo pirsgirêka Kurd û Filestînê da.”

Nîşana serkeftina jinên Kurd

Mihemed da zanîn ku şandeya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, Lubnan, Filestîn, Bakur û Başûrê Kurdistanê, beşdarî rûniştina doza girtiyên KCK᾿ê ya li paytexta Kurdistanê Amed bûn û piştî rûniştina dozê daxuyaniyekê dan û di daxuyaniya xwe de banga serbestberdana hemû girtiyên siyasî û bi taybet Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kirin.
Di dawiyê de jî Mihemed diyar kir ku konfransa ku hate lidarxistin ezmûna yekem a jinên Rojhilata Navîn e û nîşana serkeftina jinên Kurd ku gelek gavên girîng di riya tekoşîna azadiyê de da ne. 

AMED