Serokwezîrê Tirk Erdogan pêr ji vegera serdana xwe ya Bruneyê di balafirê de pirsên rojnamevanan bersivandibû û gotinên wekî ‘Me hemû mafên kurdan dane. Ma êdî ew çi dixwazin’ û têkildarî grevên birçîbûnê de jî ‘Me hemû daxwazên girtiyan bicih anîne. Tiştek din em bikin tune ye. Êdî hevserên wan jî di girtîgehê de dikarin biçin cem girtiyan’ bikar anîbû. Serokwezîr piştî vegeriya Tirkiyeyê di heman rojê de piştî van gotinan vê car li Tirabzonê axivî dîsa gotinên xwe yên li hemberî grevên birçîbûnê domand.
Serokwezîr li vir jî gotinên ‘Ew blof dikin, şov dikin. Niha parlamenteran jî dest bi grevê kiriye. Çi dikin bila bikin. Em dizanin em dê çi bikin. Dema wexta wê hat li gor tenduristiyê, çi ji destê me tê em ê wê bikin.’
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak ku bi parlamenterên BDP’ê yên din re li Amedê dest bi greva birçîbûnê kiriye, têkildarî van gotinan daxuyaniyek da. . Kişanak ku axaftinên Erdogan bi zimanekî tund rexne kir wiha axivî: “Bi rastî serokwezîr jî baş dizane ka kurd çi dixwazin. Kurd, azadiya xwe dixwazin. Dixwaze mafên xwe yên xwezayî bi kar bîne. Serokwezîr dixwaze hemû tişt li gor wî çêbibin. Tu eleqeya vê bi pergala demokrasiyê re tune ye. Ew dibêje ‘Ez çiqas bidim, lazime hûn jî razî bin û minedarê min bibin’ Li bendê ye ji ber van lutfan! Kurd hemû bibin AKP’yî.”
Kişanak, têkildarî parastina bi kurdî de jî nêrînên xwe anî ziman û da zanîn ku nêzî 10 hezar girtiyên siyasî ev nêzî 4 salene ji ber ku nikarin bi zimanê xwe parastin bikin, li dadgehan beyî parastin tên darizandin.
Di berdewamê de Kişanak bersiv dan gotinên Erdogan û waha pêde çû: “Gelo gelek ê tekoşîn azadiyê dide, çima dê blof bike. Ev 30 sale ev têkoşîn bi dayîna bedelên giran didome. Ji ber vê serokwezîr dema van gotinan bi kar tîne, bi xwe jî baş dizane derewan dike.”
Kişanak, destnîşan kir ku bi van gotinên çewt Serokwezîr dixwaze di girtîgehan de mirin pêk werin û ev tişt gotin: “Ev 63 roj in grev didomin. Çima dema grev kete roja 63’yan van gotinan bi kar tîne. Dixwaze bêje ‘ev kese heta niha çima nemirin’. Serokwezîr bi vê helwesta xwe bi zelalî alîgiriya mirinê dike.”
Kişanak têkildarî gotinên Erdogan yên der barê nîqaşên ‘Darvekirinê’ de jî nêrînên xwe anîn ziman û wiha axivî: “Bila tu kes kurdan bi mirinê neceribîne. Bi rastî darvekirin, şantaj û gefek gelek mezin. Ew li gorî qeweta xwe wiha diaxive. Hemû hêz û derfetên dewletê niha di destê Erdogan de ye. Ew vê hêzê bê sînor li hemberî kurdan bi kar tîne. Serokwezîr bi van nîqaşan dixwaze çavê gelê kurd bitirsîne. Encaq, bila Serokwezîr baş bizane ku gelê kurd li hemberî van gotinan tu demê stuyê xwe xar nake.”
ANF/AMED