Xelîl Kurdî diyar kir ku şerê li gundê Zaretê û Aqîbê û kuştina Şamil lîstokeke diyar e, ku bûyerên li herêmê û êrîşên pêk hatine, bi hinceta ku YPG᾿ê alîkariya bajarokên Nubil û Zehrai dikin pêk hatiye.

Kurdî, da zanîn ku têkliyên di navbera YPG’ê û fermandarê Tugaya El-Tewhîd Şamil de baş bûn lê di pevçûnên roja yekem de hate kuştin û wiha got: “Şamil mirovekî xwedî rêz bû, kuştina wî bû sedema firehbûna pevçûnan. Ti pirsgirêk di navber YPG᾿ê û Şamil de tune bûn, kesên ku Şamil kuştin aliyeke 3᾿yemîn e, armanc ji kuştina Şamil ew bû ku pevçûn di navber Kurdan û çekdarên Artîşa Azad li Heleb, Serêkaniyê , Til Temir û hemû Rojavayê Kurdistanê gûr bibe. Şamil bi rastî mirovekî baş bû, ew kuştin da ku tevliheviyê di herêm de derbixin.᾿̓
Derbarê têkiliyan di navbera YPG᾿ê û Artêşa Hur de ev tişt anî ziman: “Di nava YPG᾿ê û Çekdaên Artêşa Hur lihevhatin hatibû kirin da ku komên çekdar nekevin gundên Kurdan. Di heman demê de di navhera Buroya Têkliyên ewlekarî ya Aştiya navxweyî de bû ku riyên diçin Nubil û Zehrai ji aliyê herêmên Kurdan ve di destê YPG᾿ê de ne û ji Artêşa Hur re hate gotin ku dê rê nedin komên çekar ku di van riyan re derbasbin.᾿̓
Xelîl, sedam pevçûnan û destpêka şer jî ev tişt anî ziman: “Hin çekdar ji Artêşa Hur, di riyên di navbera gundên Zaratê û Bajaroka Nubil re derbas bûn û di encamê de pevçûn di navber wan û gundiyan de pevçûn derket û di encamê de birîndar çêbûn. Ev yek ji ber agahiya Buroya têkiliyan di navbera me û wan de tune bû pêk hatiye.᾿̓

Xwestin gundên Kurdan vala bikin

Xelîl da zanîn ku plan ji vir destpê kiriye û wiha got: “Destpêka pilana ku di nava komên çekdar de hatibû danîn ji vir dest pê kiriye û hemû di bin navê Îslamê de xwe kirin yek û êrîşa bi navê Bahoza Bakur (Asîfet Elşemal) dan dest pê kirin. xwestin gundên Kurdan vala bikin û herêmê ji şêniyên wê vala bikin. Tabûrên ku di vê pilanê de cihê xwe girtin Lîwae El-Tewhîd, Lîwai El-Fetih û Dewlet El-Îslam û bi hev re daxuyanî derbarê êrîşa xwe de dan.᾿̓
Xelîl, da zanîn ku YPG᾿ê ji xwe herêmê diparêze û dema komên çekdar hevpeymana di navbera Kurdan û Artêşa Hur de binpêkirin şer derket û wiha pê de çû: “Şervanên YPG᾿ê herêmê diparêzin, komên çekdar hevpeyman binpê kirin û di encamê de pevçûn rû dan. Komên çekdar careke din dest bi kiryarên xwe yê dijî hevpeymanên mirovî kirin, van koman welatiyên sivîl revandin, riyên bazirganiyê girtin, hevpeymana Helebê jî binpê kirin.᾿̓
Xelîl, di dawiya axaftina de jî da zanin ku ne ji berjewendiya Artêşa Hur e ku şerê gelên herêmê bike, pêwîst e hemû alî hêzên xwe bikin yek û ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyê bi awayekî demokratîk pêk were. 

ANHA/EFRÎN