Hate îdîakirin ku 19 leşkerên Frensî yên ji bo alîkarî bidin hêzên çekdar ên Sûriyeyê, li ser sînorê Tirkiyeyê ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hatin girtin. Ev îdîa ji aliyê malpera înternetê Voltaire a di bin rêvebertiya rojnamevan û nivîskarê Fresnî Thierry Meyssan ve hate rojevê. Thierry Meyssan, di daxuyaniya berê niha dabû televîzyonek a Sûriyeyê de ragihandibû ku 12 leşkerên Frensî ji aliyê Sûriyeyê ve hatine girtin. Li gorî nûçeyê, tê diyarkirin ku dê Sûriye li gorî daxuyaniya fermî ya Parîsê, van leşkerên hatine girtin bidarizîne, li gorî wê ger rêveberiya Parîsê bi fermî daxuyanî bide ku leşker bi awayeke fermî ji aliyê vî welatî ve hatine şandin, dê rêveberiya Şamê mûameleya dîlên şer li leşkeran bike, ger Parîs daxuyaniyeke wiha nede, dê ev leşker li rastî mûameleya “ biyaniyên ku bi rêyên ne qanûnî ketine nava xaka Sûriyeyê” bên.
Plana Obama ji bo Sûriyeyê
Her wiha, hate diyarkirin ku plana operasyonê ya li hemberî Sûriyeyê ya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya DYA’yê ve hatiye amadekirin, pêşkêşê Serok Barack Obama hatiye kirin. Li gorî nûçeya CNN’ê, hkûmeta DYA’yê xwe ji çekdarkirina Artêşa Azad a Sûriyeyê dûr dixe. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku ev plana operasyonê ji aliyê Obama ve nehatiye qebûlkirin.
Li gorî planê, tê diyarkirin ku dê li bakûrê Sûriyeyê û sînorê Tirkiyeyê ji Tarkûş heta Îdlib, Hema û Hûmsê ‘herêma bi ewle’ were avakirin. Di planê de tê gotin; “Tenê dê hêzên hewayî mudaxele bikin. Hêzên bejahî nakevin nava şer”. Her wiha tê diyarkirin ku dê balafirên şer ên Amerîka, Îtalî, Tirk, Frensî û Îngilîzan jî beşdarî operasyonên bibin. Li gorî vê planê balafir dê ji balafirgehên Încîrlîk, Amed û Lîmasol a li Qibrisê rabin.
Ji aliyekî din li gelek bajarên Sûriyeyê ji bo pioştgiriya bi bajarê Humsê yê ku zêdeyî 20 rojan dorpêçkirî ye. ji bo piştgirtina bajarên dorpêçkirî û nemaze taxa Baba Emro li bajarê Humisê ku li cem xelkê Sûriyê bûye sembola berxwedana niştimanî li hember hêzên rêjîma Sûriyê, bi sedan kes li bajarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê derketin ser cadeyan û xwenîşandaneke mezin saz kirin. Her wiha hê jî daxwaza xaça sor a ji bo alîkariya insanî ji vî bajarê ku dibe kavil re ji alî rejîma Sûriyeyê ve nehatiye bersivdan. Xelkên bajar hewcedariyên wan ên bingehîn gelek hene, problemên gelekî dijwar dijîn.
Serdana Kofî Annan
Nûnerê Netewên Yekbûyî û Yekitiya Ereban ê ji bo Sûriyeyê Kofî Anan got ku di demeke nêz de ew dê di demeke nêz de Sûriyeyê ziyaret bike. Ji aliyekî din ve Rûsyayê jî Anan vexwend welatê xwe da ku derbarê dosya Sûriyeyê hin dan û standinan bikin. Her wiha Amerîkayê jî di daxuyaniyên xwe yên dawî metirsiyên xwe ji rewşa bajarê Humsê aniye ziman û kirinên ku li wir dibin wekî sûcên şer binav dike.
Anan da xuyakirin ku ew dê ji serokê Sûriyeyê Beşar Esad bixwaze kul i şûna zext û kuştinê guh bide çareseriyên siyasî û diyalogê da ku aloziya li vî welatî bidawî bibe.
ŞAM