NAV-DEM'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji bo hilbijêrên li Elmanyayê organîzasyona birin û anînê ya bi otobus û wesayîtan hatiye avakirin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya stratejîk a hilbijartinên 7'ê Hezîranê û hat destnîşankirin, ku hilbijartin di navbera AKP a feraseta berê ya tekparêziyê temsîl dike û dixwaze sûltaniyê ava bike, û HDP a nûnerê bawerî û gelan e û xwedî projeya jiyana nû ye, wê derbas bibe. NAV-DEM'ê diyar kir ku di vê hilbijartinê de wê tercîh ya li aliyê dîktatoriyê yan jî li aliyê demokrasî, aştî û azadiyê were kirin.

NAV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de ev bang kir: Girîng e hemû welatparêzên me, demokrat, Elewî, Êzidî, Asûrî Suryanî, ji bo sekinandina faşîzmê biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin HDP'ê. Ji bidawîbûna dema dengdayînê re 12 roj man, lewma divê em li benda dawiya hefteyê nesekinin û di nava hefteyê de biçin dengê xwe bikar bînin. Di dawiya hefteya derbasbûyî de ji ber tevlîbûna zêde li gelek navendên hilbijartinê yên li Elmanyayê hilbijêran nekarîbûn dengê xwe bikar bînin û vegeriya bûn. Dengê me stratejîk e. Divê ti ji dengên me belasebep neçe." 


 NAVENDA NÛÇEYAN