Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama çalakiya gerîlayên YJA STAR’ê de herî kêm 2 leşker hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 27'ê Hezîranê de di saet 12.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li nêzî Tabûra Serê Sêvê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a Tirk pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê got ku di 28'ê Hezîranê de di saet 07.30'an de li navçeya Çelêya Colemergê li nêzî Alaya Bilîcanê di navbera gerîlayên YJA Starê û leşkerên artêşa “dagirker” a Tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye û di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatine kuştin.
HPG’ê got; “Di 29'ê Hezîranê de di saet 06.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li nêzî qereqola Harûnadi navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a Tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ; “Di 28'ê Hezîranê de di navbera saet 10.00-15.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî herêma Deriyê Dawetiya ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Çalakiya li dijî lûleya petrolê
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê çalakiya di 28’ê hezîranê de li Bazîdê li hemberî lûleya gaza xwezayî ya di navbera Tirkiye û Îranê de pêk hat girt ser xwe. Ji ber teqînê herikîn gazê hatibû rawestandin.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di daxuyaniya der barê bûyerê de da got; “ Ji bo agir zeviyê gundiyan negire, nehatiye şewitandin lê zirareke mezin dîtiye.”
ANF/BEHDÎNAN