Berdevkê Rêveberiya Asayîşa YNK'ê ya Kerkûkê Xesan Elî ragihand ku di kampên 1, 2 û 3'ê yê li navçeya Leylan a Kerkûkê de 59 çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin. 

Rêveberiya Asayîşa YNK'ê ya Kerkûkê doh bi daxuyaniyekê bîlançoya meha Nîsanê eşkere kir. Hat ragihandin ku ji 63 kesên li kampên penaberan ên li navçeya Leylan a ser bi parêzgeha Kerkûkê hatîn girtin, ji wan 59 endamên çeteyên DAIŞ'ê ne.

Fermandar û Berdevkê Rêveberiya Asayîşa YNK'ê ya Kerkûkê  Xesan Elî bi daxuyaniyek ya çapemeniyê bîlançoya meha Nîsanê eşkere kir û wiha got: "Ji bo girtina çeteyên DAIŞ'ê yên li Kerkûkê di  encmaa lêgerîn û lêkolînên hêzên me yên di 4-5'ê Nîsanê de li navçeya Leylan 63 kes hatine gitin."

Xesan Elî ev jî got: "Ev kesane bi biryara dadgeha Kerkûkê hatine girtin. Ji van kesên hatîn girtin 59 endamên çeteyên DAIŞ'ê bûn û di nava penaberên Hewîce de derbazî nava kampan bûne. Her wiha çar kes jî piştî lêkolînkirinê hatine berdan. Ji ber ku tu peywendiya wan bi çeteyên DAIŞ'ê re nebû."

Fermandar û Berdevkê Rêveberiya Asayîşa YNK'ê ya Kerkûkê  Xesan Elî di dawiya axaftina xwe de ev jî got: "Hinek welatiyên Kurd li bajarê Kerkûkê li nav kampên penaberan bi şêweyek veşertî tevdigerin. Her kesê ku vî karî bike wê were cezakirin."


 KERKÛK