Di kokteyla nasandina pirtûkê ya ji aliyê Enstîtuya Kurd a Belçîkayê ve hate organîzekirin, de Parlemterê Parlementoya Flamanê Griet Smaers, nunerên KNK, KON-Kurd û Nunerê BTP’ê yê Brukselê û rayedarên EGK’ê beşdar bûn.
Hugo Van Rompaey der barê pirtûka xwe ya ji 218 rûpelan pêk tê de axivî û got; “Ji ber ku, pêşî dewleta Tirk û hemû dewletên li herêmê dixwazin Kurdan bê parastin bihêlin, dixwazin pirsgirêkê weke pirsgirêka terorê nîşan bidin.”
Rompaey got; “Ez ji sala 1988 ve dîroka Kurdna dinivîsim. Weke di vê pirtûkê de jî tê dîtin, ku mafê Kurdan ê parastinê heye, lê dewlet tune dihesibîne. Dewleta Tirk li şûna ku pirsgirêkê weke pirsekek navneteweyî bibîne, weke pirsgirêka “terorê” dinirxîne.”
Rompaey diyar kir ku ew dixwaze bi vê pirtûkê dengê Kurdan ê di warê dîplomasiyê de bilind bike û got; “Di warê siyaset û dîplomasiyê de dîwarên pir mezin li pêşiya pirsgirêka Kurd hene.”
Rompaey got; “Em pirsgirêka Kurd weke tekoşîna zadiyê ya gelekî dibînin. Tekoşîna ku Kurd li Tirkiyeyê dimeşînin, ne teror e. Ger mirov pirsgirêkê weke teror bi nav bike, ev yek ne exlaqî ye.”
BRUKSEL