Di nav dîroka çapemeniya Kurd de beguman yek ji gavên herî dîrokî û pîroz jî MED TV bû ku sala 1995'an dest bi weşanê kir. Gelê Kurd di dîroka xwe de cara yekem bû xwediyê televîzyonekê ku dengê xwe bigihîne hemû Kurdistanê û cîhanê. Yek ji rojnamegerên ku kedeke mezin daye vê xebatê jî Mehmud Onder e ku ev 20 sal in li derveyî welat di televîzyonên wek MED TV, Medya TV, Roj TV, Stêrk TV û Ronahî TV’ê de xebata xwe ya rojnamevaniyê dimeşîne. Onder ev demek e ji ber nexweşiyeke giran tê dermankirin. Bi boneya salvegera 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurdistanê ezmûn û serpêhatiya xwe bi me re parve kir.


Serpêhatiya destpêka MED TV

Têkildarî sazbûna MED TV û destpêkirina xabata li vê saziyê Onder weha behsa serpêhatiya xwe kir: "Di dawiya 1995’an de li ser pêşniyazan bi navê MED TV li Belcîkayê televîzyona Kurdî dest bi weşana testê kir. Di destpêkê de ez bi xwe bi karên weqfê ya ji bo fînansekirina MED TV’yê rabûm. Lê bele destpêka sala 1997’an de li ser kêmbûna pêşkêşvanên Kurdî tevlî xabatên televizyonê bûm. Min di beşa Kurdî-Kurmancî ya nûçeyan de dest bi xebatê kir. Wekî hevalên Rêşad Sorgul, Mazhar Gunbat, Bedran, Zana û herwekî din me di beşa Kurmancî ya nûçeyan de, bi taybetî bi wergera ji Tirkî me nûçe çêdikirin. Ez bi xwe rojê 10-12 saetan hem li saziyê dixebitîm û him bi şev li malê ji bo bipêşxistina zimanê nûçeyan min lêkolîn dikir. "


Li gorî dema xwe MED TV serkeftî bû

Têkildarî kalîte, ast û naveroka weşana MED TV´yê hevpîşeyê me Mahmûd Onder destnîşan kir ku li gorî dema xwe weşaneke serkeftî dihat kirin. Onder li ser vê mijarê got, "Weşangeriya MED TV li gorî wê demê pir baş dimeşiya. Tevî ku teknîk-înternet ewqasî bi pêş neketibû û ajans û nûçegihan pirr kêm bûn jî, xebat û weşaneke baş dihat meşandin. Ji ber ku hema bêje hemû weşanên dewleta Tirk û yên dagirkerên din pûç dikirin û bi zimanê dayikê xîtabî gelê Kurd dikir. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt MED TV bû guh, ziman, çav û hêza têkoşîna gelê Kurd. Sala 1997’an, bi xebateke bêhempa û giranbuha, bi fedakariyeke mezin MED TV 63 bername diweşandin. Bi çar zimanan Kurdî, Tirkî, Erebî, Farisî, Suryanî û 3 zaravayên Kurdî; Kurmancî, Soranî û Zazakî nûçe û bernameyên cihêreng dihatin pêşkêşkirin. Paşê bername û nûçeyên bi îngilizî û diyalekta hewramî lê hatin zêdekirin."


Televizyongerî bû kevneşopî

Onder destnîşan kir ku piştî tecrûbeya MED TV´yê çandeke weşangeriya dîtbarî ya Kurdan afirî û gelek televizyon li pey wê hatin vekirin: "Piştî MED TV, bi rêzê bi Medya, Roj, Stêrk, Newroz, Ronahî û MMC weşangeriya bi Kurdî heta roja me dewam kir. Piştî MED TV´yê li parçeyên din ên Kurdistanê hin televîzyonên din jî dest bi weşanê kirin, lê ji ber ku MED TV ya destpêkê bû, di dilê miletê Kurd de cihekî girîng û taybet wergirt. Xebatên weşanê ên televîzyonan bi ekîban, kedeke mezin û hurkolînê bi kevneşopiya MED TV hêj jî didome. Helbet rewş û pêvajoyên piştî MED TV jî tesîr li ser weşanên van televîzyonan kirin."


'Rûmeta rojnamegeriyê parastin'

Li ser zor, zehmetî û berdelên ku rojnamevanên Kurd û xebatkarên çapemeniya azad dan jî Onder weha axifî: " Divê neyê jibîrkirin, ku ajansên DÎHA û ANF’ê jî destek û piştgiriyeke mezin dan weşangeriya Kurdî. Nûçegihanên van ajansan li hemberî hemû êrişan bi berdêlên giran rûmeta rojnamegeriyê parastin û hêna jî diparêzin. Gelek caran ji bo kişandina dîmenekî hovîtiya hêzên dewletên dagirker canê xwe dikin mertal û gelek caran jî dibin hedefa xêrnexwazan. Lewma ez dikarim bibêjim, ku li cîhanê ti milet weke gelê Kurd li meydana çapemeniyê ewqas berdêlên giran nedane."


Parastina nirxên hevpar

Onder destnîşan kir ku pêwist e mîsyon û berpirsiyariya bingehîn a çapemeniya Kurd tevî nirxên mirovahiyê û gerdûnî, li her çar parçeyên Kurdistanê di çerçoveya nirxên hevpar de berjewendiyê gelê Kurd biparêzin. 


Rêûresmeke berxwedanê

Derbarê êrîşên hêzên dagirker û hêzên navneteweyî yên li dij gelê Kurd û ragihandina azad jî Onder got, "Mixabin, ji rojnameya Kurdistan a Miqdad Midhed Bedirxan û heta niha ji ber zextên dewletên dagirker çapemeniya Kurd li derveyî welat dest bi weşanê kirine. Herî dawî MED TV jî di sala 1995’an de ji neçarî li derveyî welêt dest bi weşanê kir. Dewletên dagirker û bi taybetî dewleta Tirk, ji avakirina komarê û vir ve ne tenê êrişên fizîkî, herwisa êrişê hemû nirx, hêjayî û berhemên Kurdan dike. Medya Kurdî, di qonaxên gelek dijwar û êrişan re derbas bû. Ev êrîşên hovane bi taybetî li Tirkiyê hêna jî dewam dikin. Bi taybetî di dema serdestiya AKP'ê de zextên li ser çapemeniya azad, yên Kurd, sosyalîst û muxalîfan de pir zêde bûne. Hikûmeta AKP´ê xwe li tu rexne û rastiyan ranagire; ne tenê li welêt êrişên xwe li qada navneteweyî jî didomîne. Lewma lazim e li hember hemû êrîşên AKP û berdêlên wê çi dibe bila bibe rûmeta çapemeniya azad bê parastin. Tenê bi têkoşîn û berxwedaneke bi vî rengî dikare pêşî li êrîşên AKP'ê bê girtin."



BÎLAL GULDEM