Mihrîcana Fîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Êlihê û Komela Akademiyê ya Sînemeya Rojhelata navîn ve te pêşandan, ji roja 19’ê Kanûnê heta niha didome. Mîhrîcan li Salona Sînemeya Yilmaz Guney a Şaredariya Êlihê pêk tê. Li vir derhenerên ku ji başûr û derveyê welat hatine û gelek welatî ji bo temaşekirina fîlmên metraja kurt û dirêj amade bûn. Welatiyan li pêşandana fîlmên Kurdî yên îro hatin pêşandan gelek kêliyên bi hezkirî û trajîk jiyandin. Da nav fîlmên îro de Min rastî nivîsand: Deftera Licê, mohra xwe li bin fîlman da.Di bernama îro de fîlmên bi navê Min rastî nivîsand: Deftera Licê, Cil û bergê mukriyan, Lorîna kewên mirî, Dengê di camê de, Çirsûk One shot, Xodîka reş ên metraja wan kurt Mîdyeyên şikestî yê metraj dirêj hatin pêşandan. Naveroka fîlmê Min rastî nivîsand: Deftera Licê, li ser rojnîvîska Ahmet Tektaş ê 83 saliye. Tektaş, li derdora Licê tiştên balkêş û trajîk ku hatine jiyandin nivîsandiye û bi taybetî li ser erdheja ku di sala 1975’an de pêk hatibû tîne ziman. Li gel van rojnîvîsa ya herî balkêş ew e ku li ser jiyana salên 1990’an vir ve hemû şewitandina gundan û kesên ku bi faîlê wan ne diyar hatine windakirn dibêje.
Mîhrîcan dê sibê panela bi navê “Di sînemya Kurdî de parçebûn” , Merasîma xelatan û bi fîlmê dawî yê metraja dirêj Binê erdê bi dawî bibe.

Di bernama pêr a mîhrîcanê de fîlmên bi navê; Xakî palewanan, Paysîkil, Dowry, Silhouette, Kolanek li paş mala me, Dengê derî), Çiyayê Qendîl û Li pey şopa Bedîayê) hatibûn pêşandan.  n

DÎHA/ÊLÎH